Macron: Em ê di meha Îlonê de dewleta Filistînê nas bikin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew amadekariyan dikin ku Filistînê wek dewlet nas bikin.
Macron diyar kir ku ew ê di daxuyaniyekê ku dê di meha Îlonê de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî were kirin de, Filistînê wekî dewletek nas bikin û got, "Li gorî pabendbûna me ya dîrokî ya ji bo aştiyek dadperwer û mayînde li Rojhilata Navîn, min biryar da ku Fransa Dewleta Filistînê nas bike. Ez ê di meha Îlona ku were de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek fermî bidim. Pêdiviya lezgîn a îro ew e ku şerê li Xezzeyê bi dawî bibe û nifûsa sivîl were rizgarkirin."
Macron di hesabê xwe yê X de daxuyaniya xwe wiha domand: "Aştî mimkun e. Divê em tavilê agirbestekê pêk bînin, hemû êsîran serbest berdin û alîkariyeke mirovî ya mezin bidin gelê Xezzeyê. Her wiha divê em bêçekkirina Hamasê garantî bikin, Xezzeyê ewle bikin û ji nû ve ava bikin. Di dawiyê de, divê em Dewleta Filistînê ava bikin, karîgeriya wê garantî bikin û bi qebûlkirina bêçekkirina wê û bi tevahî naskirina îsraîlê, beşdarî ewlehiya her kesî li Rojhilata Navîn bibin.
Alternatîfeke din tune. Fransayî li Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin. Ev yek bi me, Fransayî, îsraîlî, Filistînî û hevkarên me yên Ewropî û navneteweyî ve girêdayî ye ku em nîşan bidin ku ev gengaz e. Bi saya sozên ku Serokê Desthilata Filistînê daye min, min ji wî re nameyek nivîsand û biryardariya xwe ya ji bo pêşveçûnê diyar kir. Bawerî, vekirîbûn û pabendbûn. Em ê aştiyê bi dest bixin," (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 676an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 143 hezar û 965 kesan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), Daxuyanîya naskirina Dewleta Filistînê ya ji teref Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû daxuyandin bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Berpirsê HAMASê Teysir Suleyman, ji kesên ku tevger û berxwedanê ji ber mirinên li Xezzeyê sûcdar dikin re bertek nîşanî da û got, "Ger berxwedan teslîm bibe, dibe ku ew bikaribin bixwin, lê serê wan ew ê were jêkirin! Armanca îsraîlê ev e: Ger hûn nikaribin berxwedanê têk bibin, gelê wan bikujin. Bi birçîbûn û dorpêçkirinê wan bînin ser çokên wan."