Mehdî Meşhat: Îran ne armanceke hêsan e

Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Tevgera Ensarullah a Yemenê Mehdî el-Meşhat, derheqê şerê ku 6 roj in di navbera Îran û rejîma îşxalker a sîyonîst de berdewam dike de, daxuyaniyek kurt da.
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî, Mehdî Meşhat, piştrast kir ku Komara Îslamî ya Îranê mafê wê heye ku êrîşî berjewendiyên her welatekî ku êrîşî wê bike an jî beşdarî êrîşkarîya sîyonîstê dijmin bibe bike.
Serok el-Meşhat ji Ajansa Nûçeyan a Yemenê (Saba) re şîrove kir ku Îran ne hedefek hêsan e û xwedî kapasîteya têrker e ku bersivê bide û têkilî û peymanên berfireh bi gelek welatan re hene.
Wî diyar kir ku ji bo her welatekî bêaqilî ye ku li dijî Îranê bikeve nav êrîşekê, ji ber ku dizane ku berjewendîyên wê dê ji ber hebûna dijminane zirarê bibînin.
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî Mehdî Meşhat got, "Serdema lêxistin û revê an jî bê lêdan revîyan bi dawî bû." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneî di yekem daxuyaniya xwe ya piştî êrîşên dawî de peyamên tund da Emrîka û rejîma sîyonîst. Xameneî got, "Divê Emrîkayî bizanin ku miletê Îranê teslîm nabe. Midexeleya Emrîkayê ew ê zirarên bêberamber bide."
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 637an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 129 hezar û 880 kesan.
Li gorî analîza rojnameya Washington Postê, rejîma sîyonîst, eger ji Emrîkayê piştgiriya leşkerî nestîne, herî zêde tenê 10-12 rojên din dikare li hember êrîşên mûşekî yên Îranê xwe biparêze. Sîstema mertala mûşekî xirab bûye û stokên wê jî kêm bûne.