Mescîda Eqsayê ya di bin îşxala sîyonîstan de ye 6 roj e girtî ye

Mescîda Eqsayê ya li Qudsa ku ji teref îsraîlê ve hatiye îşxalkirin, ev 6 roj in ji teref sîyonîstan ve hatiye girtin.
Rejîma sîyonîst 6 roj in Mescîda Eqsayê ji bo Misilmanan girtî ye.
Rejîma sîyonîst ku di 13ê Hezîranê de êrîşî Îranê kir, ji wê demê ve rê nade ku mirov bikevin Mescîda Eqsayê.
Rejîma sîyonîst ku li herêmê "rewşa awarte" îlan kiriye, heta Misilmanên ku li Bajarê Kevin ê Qudsê dijîn jî nahêle ku bikevin Mescîda Eqsayê.
Tenê karmendên Rêveberiya Weqfan, ku berpirsiyarê xebitandina Mizgefta Eqsayê ye, destûr in ku têkevin hundir.
Niha, tenê hejmareke hindik ji karmendên Rêveberiya Weqfan dikarin li Mizgefta Eqsayê nimêj bikin.
Rejîma sîyonîst ku li seranserê Qudsê qedexeyên li ser veguhestina giştî jî danîye, li gelek deverên Bajarê Kevin jî noqteyên kontrolê danîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê di operasyonên xwe yên fuzeyî ku di nav 48 seatên dawîn de li dar xist de bi dehan îşxalkerên sîyonîst kuşt û birîndar kir. Tel Avîv, Ramat Gan, Holon û Bîrûssebîyê hatin hedefgirtin. Artêşa îşxalê, du gundên li nêzê tesîsên nukleerî bi acîlî vala kirin.
Fuzeyên Îranê ku vê sibehê axên îşxalkirî hedef girtibû, li mala wezîrê berê yê Derdorê û endamê Partîya Likudê Danny Naveh ket.
Birayên Misilmanan nameyek ji Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyid Elî Xameneî re şand û piştgiriya xwe ya tevahî li dijî êrîşa sîyonîstan ragihand, sîyonîstan wekî dijminekî hevpar bi nav kir û tekezî li ser yekîtîya ummeta Îslamî kir.
Rejima sîyonîst ji noqteyên belavkirina alîkarîyê ya li Xezzeyê hedef girtin, di hedefgirtina Qorîdora Netzarîmê de 16 Filistînî şehîd bûn, ji 100î zêdetir sîvîl jî birîndar bûn. Doh jî di êrîşeke heman de herî kêm 50 sîvîl şehîd bûn.