Midûrê micadeleya bi tiryakê re ya Xezzeyê Şehîd Bû

Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Rejîma sîyonîst berdewam e li ser hedefgirtina avahiya ewlehiyê li Xezzeyê.
Di daxuyaniyekê ku ji teref Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ve hatiye dayîn de, hatiye ragihandin ku Albay Ehmed Ebdul Îbrahîm el-Kudra (44) ê Serokê Daîreya Têkoşîna li dijî Narkotîkan û endamê Konseya Fermandariya Polêsan di êrîşa hewayî ya li ser Xan Yûnisê de şehîd bûye.
Wezaretê ev kuştin bi tundî şermezar kir û tekez kir ku fermandarê şehîd el-Kudra di seranserê şerê qirkirinê de li ser erkê xwe ma û qet dev ji xizmeta gelê Xezzeyê berneda.
Di daxuyaniyê de hatîye gotin ku ev êrîş beşek ji sîyaseta rejîma sîyonîst e ku bi awayekî sîstematîk polês û avahiya ewlehiyê li Xezzeyê hedef digire.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Plana dagirkeriyê ya afirandina kaos û valahiyek ewlehiyê bi êrîşên wiha dê pûç bibe." û hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Hundir dê bi hemî yekîneyên xwe ewlehiya navxweyî peyda bike û planên dagirkeriyê dê werin astengkirin.
Wezaretê tekez kir ku tevî bedelên giran ên hatine dayîn jî, cepheya berxwedanê ya Xezzeyê wê neheje. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.