Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Misirê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Desteka Misirê ya ji biryarîya Filistînîyan li ser axên xwe, girêdaybûna mafên wan ên meşrû ji hiqûqa navneteweyî û îlkeyên hiqûqa însanî ya navneteweyî berdewam dike.”
Wezareta Karên Derve yê Misirê, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku bi tevî derxistina gelê Filistînîyan a ji axên wan a bi zorê hemû îhlalên mafên wan red dikin.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku ew hemû çalakîyên ku mafên wan wek bi zorê ji Filistînê bêne derxistin, axên wan bên îşxalkirin û ji bo şênîyan cîhê werin firehkirin îhlal dike bi zimanekî zelal û kesin red dikin.
Hat destnîşankirin ku polîtîqayên armac dikin Filistînîyan an bi demborî an jî bi mayînde ji axên wan tehcîr bikin an jî wan ji axên wan bavêjin ew ê herêmê bike nav bêîstîqrarîyê û hêvîyên aştîyê jî asteng dike.
Hat îfadekirin hêna jî meseleya Filistînê di navenda Rojhilata Navîn de ye, derengxistina çareserîya vê meseleyê, dawîkirina îşxalê û neîadekirina mafên ku hatine xwespkirin a Filistînîyan ew ê bêîstîqrarîya herêmê zêdetir bike.
Misirê bang li civaka navneteweyî kir ku bila ji bona tetbîqkirina çareserîya dudewletî roleke aktîf bileyîze. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastinê ya îşxalkeran der barê windahîyên xwe yên leşkerî de daxuyanî da. Wî da zanîn ku 841 îşxalker hatine kuştin.
Li herêma Potosîyê otobûseke rêwîyan ji pirê ket xwarê di encamê de 19 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên artêşa îşxalê ya ku bihesaba ew ê li gorî peymana agirbestê wê ji Libnanê derketana lê ew ji herêman derneketin de kesekî şehîd kirin, 7 kesan jî birîndar kirin.
Sîyonîstên îşxalker, li Beyt Emîra bakurê El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek tax û kolanan kir, di encamê de 20 kesan desteserkir.