Netanyahu ji bo Girên Golanê: Ev ax ên me ne û ew ê her û her ên me bimînin
Daxuyaniya serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu ku dibêje axa Sûrîyê ya Girên Golanê ya îşxalkirî "axa me ye û ew ê her û her a me bimîne", û îddîaya xwe bi vegotinên dînî û dîrokî rewa dike, rastî rexneyan hat.
Ev daxuyanî, piştî ku Kolombiyayê serweriya qaşo rejîma sîyonîst li ser Golanê nas kir, wekî hewldanek ji bo rewakirina îşxalkirinê bi îddîayên dînî û dîrokî, bû sedema nerazîbûnê.
Netanyahu, ji bo parastina kontrola qaşo welatê xwe li ser Girên Golanê, her wiha vegotineke dînî derbarê herêmê de bi kar anî û îddîa kir ku "Rehên me ji dema bajarên penaberiyê yên ku ji hêla Mûsa ve hatine destnîşankirin vir in."
Daxuyaniyên Netanyahu li ser medyaya civakî û di qada giştî de rastî bertekên tund hatin. Gelek bikarhêner û lêkolîneran destnîşan kirin ku vegotinên dînî û dîrokî nikarin rewatiya qanûnî bidin îşxalkirinê, û tekez kirin ku Girên Golanê li gorî qanûnên navneteweyî axa Sûrîyeyê ne û di bin îşxalkirinê de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku Rûsya şer li dijî welatên Ewrûpayê naxwaze, lê ji bo şerekî muhtemel amade ye.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Numan ragihand ku Serokwezîr Zeydî serokatiya Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî girtiye ser xwe.
Li Pakistanê, ji ber ku otobûsek rêwîyan ji rê derket û kete geliyekî, 5 kes mirin û 27 kes birîndar bûn.
Fermandariya Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku balafireke bêmirov a MQM-170 a Amerîkî piştî ku bi operasyona şerê elektronîkî hate bidestxistin, li rojavayê Tengava Hurmuzê bi ewlehî hate xistin.