NY ji Hîndistan û Pakistanê re bang kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, destnîşan kir ku gengeşîya di navbera Pakistan û Hîndistanê de heye derketîye pileya krîtîkê, ji herdu welatan re jî bang kir ku bila bi hev re pevçûnekî leşkerî nekin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, ji Pakistan û Hîndistanê re banga “Ji kêleka kendalê vegerin” û pevçûnekî leşkerî pêk neynin.
Guterres piştî gengeşîya ku di 22 Nîsanê de dest pê kir şûn ve daxuyanîyek da, Wî destnîşan kir ku asta gengeşîya Pakistan û Hîndistanê gihaşt pileya bilind.
Sekreterê Giştî yê NY, îfade kir ku asta nav herdu welatan jî gihaşt rewşeke talûke û carekî dinê jî êrîşê bi zimanekî tund şermezar kir.
Di 22yê Nîsanê de li Cammu Keşmîra ku di bin îdareya Hîndistanê de ye ji geştyaran re êrîş hatibû kirin û di encamê de 26 kesan canê xwe ji dest dabûn, gelek kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên Cihû di saetên sibehê de êrîşî Mizgefta Eqsayê ya li Quds îşxalkirî kirin û di bin parastina polêsên îşxalker de rîtûelên Talmûdî pêk anîn. Xaxemên ku piştgirîya hilweşandina El-Eqsayê û avakirina perestgehekê li şûna wê dikin jî beşdarî êrîşê bûn.
Kabîneya rejima îşxalker a sîyonîst, ji plana êrîşkirina ku di nav xwe de îşxalkirina Xezzeyê û koçkirina gel a ji başûr re jî heye re biryara erê da. Netenyahu got, “Vê carê em ê axan îşxal bikin û li wê derê bimînin”. Wezîrên îşxalker, ji bona ku li Xezzeyê wargehên nû bêne damezrandin bang kir.
Tevgera Ensarullahê Yemenê di 4ê Gulanê de li dijî Balafirgeha Ben Guriona rejima sîyonîst bi fuzeyên balîstîkî operayonek li darxist, piştî ev operasyonê gelek şîrketên balafiran seferên xwe yên Tel Avîvê rawestandin. Piştî operasyonê bi hezaran sîyonîst li derveyê welat man.
Tevgera Hîzbullahê Libnanê, êrîşa Emrîka û rejima sîyonîstan a li dijî Bendera Hudeydeya Yemenê wek “îxlalkirina zelal a hiqûqa navneteweyî û sûca herbê” nirxand. Dûre weha daxuyand, “Ew ê gelê Yemenê gav paşve navêjin, ew ê ji Filistînê re desteka xwe zêde bike.”