Neteweyên Yekbûyî, diyarkir ku li Xezzeyê ji ber qrîza xwarinê, ji Çileya 2025an ve ji ber xwarina kêm zêdeyî 2 hezar û 300 zarok tên tedawîkirin.
Ofîsa Koordînasyona Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) bal kişand ser qrîza xwarinê ya ku piştî qirkirina 15 mehan a li dijî Xezzeyê ya îşxalkeran.
Li gorî daxuyanîya OCHAyê, li Xezzeyê ji ber qrîza xwarinê, ji Çileya 2025an ve hejmara zarokên ku ji ber xwarina kêm tedawî dibînin derket 2 hezar û 300an. Ji van zarokan 403 kes bi kêmxwariniya akût a giran ketine, 1966 ji wan ji ber kêmxwariniya akût navîn têne dermankirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beriya êrîşên işxalkeran ên di 7ê Cotmeha 2023an de li Xezzeyê zarokên ku ji ber kêmxwarinê dihatin dermankirin hema bêje tunebû. Bi tundî sînordarkirina gihîştina karûbarên bingehîn ên tenduristî û xwarinê li Xezzeyê, hate ragihandin ku rêjeyên kêmxwarinê di pitikên di bin 2 salî de zêde kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 222 kesan û 111 hezar û 674 kes jî birîndar bûn.
HAMASê bertek nîşanî daxuyaniyên dawî yên Trump da û diyar kir ku planên wan ên koçberiyê ti carî bi ser nakevin û bi şertê ku aliyê îşxalker jî pêgirê agirbestê be, ew ê li gorî agirbestê tevbigerin.
Donald Trumpê Serokê Emrîkayê, bi Qralê Urdunê re derketin ber kamerayan û dîsa behsa plana mişaxt kirina gelê Xezzeyê kir, piştgirîya xwe da îlhaqkirina Şerîaya Rojava a ji teref rejîma îşxalê ve. jî ji van planan re hewlestekî negirt.