Rûsyayê ji Ukraynayê re ji alîyê hewayê êrîşeke mezin li dar xist

Rûsya, ji Ukraynayê re di nav şevekî de êrîşeke mezin li dar xist, di êrîşê de ji Ukraynayê re 367 ÎHA û fuzeyan avêt.
Rûsya, di seatên êvarê de li dijî Ukraynayê êrîşeke berfireh a asîmanî li dar xist.
Hat îfadekirin ku Rûsya di nav herba ku ev bû 3 sal e berdewam dike de vê şevê êrîşeke mezin li dar xist, li gorî agahîyan gelek ÎHA û fuzeyan avêt Ukraynayê.
Ukrayna diyar kir ku di êrîşan de nav wan de zarok jî hene 12 kesan canê xwe ji dest dan.
Ev êrîş, ji destpêka herbê heta niha ve êrîşeke herî mezin e.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenski, di daxuyanîya ku derheqê êrîşê de da de, îfade kir ku ji 30yan zêdetir ekîbên lêgerîn û xelaskirinê li herêmê û gund xebatên xwe didomînin û got, “Rûsya herbê didomîne û her roj kuştinan berdewam dike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 129 kesan.
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam got, "Divê Emrîka zextê li ser îsraîlê bike, da ku ji hemû axa başûrê Lubnanê vekişe û êrîşên xwe yên ku serweriya Lubnanê îxlal dikin bi dawî bike."
Tevgra berxwedana Îslamî HAMASê, ji bona ku di rojên 30, 31ê Gulanê û 1ê Hezîranê de çalakîyên girseyî bêne kirin bang li hemû bajarên cîhanê kir ku bila li hember qirkirina sîyonîstan derkevin derve.
Wezareta Tenduristîya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku li Xezzeyê di nav 2 mehan de 58 kes ji birçîna canê xwe ji dest dan.