Li Şerîaya Rojavaya îşxalkirî 15 Filistînî ji teref rejima sîyonîst ve hatin desteserkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku, rejima îşxalker a sîyonîst li Şerîaya Rojavayê avêtîye ser malan.
Leşkerên qaşo yên rejima sîyonîst êrîşî bajarên Ramallah, Tubas û Tulkerîma Şerîaya Rojavayê kirin, di encamê de herî kêm 15 Filistînîyan desteser kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku sîyonîstan li hember gelê Filistînê operasyonên heyfstandinê daye destpêkirin, ji 7ê Cotmehê vir ve jî êrîşdarîya xwe zêde kirîye.
Îşxalkeran, piştî peymana agirbest û pevguhertina êsîran a ku di 19ê Çileyê de hat îmzekirin li Şerîaya Rojavayê êrîşên xwe zêde kir.
Ji 21ê Çileyê vir ve li Kampa Cenîn û bajara Cenînê 25 Filistînîyan şehîd kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezarete Edaleta Emrîkayê, daxuyand ku di bin navê micadeleya bi alîgirên Filistîn û antîsemîtîzmê de hêzekî wezîfeyê saz dikin.
Hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku digel agirbesta ku di navbera rejima îşxalker û Hamasê de hatîye îmzekirin têketina alîkarîyên însanî ya ji Xezzeyê re tê astengkirin.
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkîyan, destnîşan kir ku sedema herî mezin a ziîfkirin û bêtesîrkirina ummeta Îslamê pêşkarîkirina parçebûna nav e.
Li Nîjeryayê, piştî îlankirina şoba Ebolayê ya ji Kampalaya paytexta Ugandayê li hember îhtîmala belavbûna vîrûsê ya ji welat re tedbîrên xwe zêde kir.