Rejima qatil dîsa noqteya alîkarîyê kir gola xwînê: 13 şehîd, ji 200î zêdetir birîndar

Sîyonîstên îşxalker, êrîşî navenda belavkirina alîkarîya ku li nêzê “Netzarîmê” ye kirin. Di qetlîamê de 13 Filistînî şehîd bûn, ji 200î zêdetir mirov jî birîndar bûn. Di nav du hefteyên dawîn de hejmarê şehîdên ku di rêza alîkarîyê de hatibûn hedefgirtin derket 224 kesan.
Sîvîlên ku li Xezzeyê bi birçîbûnîyê re micadeleyê didin carekî dinê jî bûn hedefê guleyên sîyonîstan. Ji teref sîyonîstan ve êrîş li ser Filistînîyên ku dixwestin xwe bighêjînin navenda belavkirina alîkarîyê ya li nêzê “Netzarîmê” hat lidarxisitn. Di êrîşê de herî kêm 13 kes şehîd bûn, ji 200î zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Çavkanîyên tenduristîya Filistînê, diyar kirin mirovên ku dûçarê êrîşê bûne Filistînîyên ku li hêvîya alîkarîyê bûn in, di navbera Filistînîyên ku hatine hedefgirtin de zarok û pîrek jî hene.
Doh jî êrîş li navenda alîkarîyê hatibû kirin û di encama wê êrîşê de jî 28 kes şehîd bûbûn, bi dehan mirov jî birîndar bûbûn.
Di nav çend rojên dawîn de rejima sîyonîst sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê ne hededf digrin û dibin sedema qetlîamên mezin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç beşdarî tevgera wijdanê ya navneteweyî ku li Misirê bi daxwaza gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê û vekirina Deriyê Sînor ê Refahê hat lidarxistin bû.
Berdevkê Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, êrîşên rejima îşxalker a li ser Îranê şermezar kir û got, “Ev êrîş, Encama sekina Îranê ya li cem gelê Filistînê û berxwedana wî ya birûmet e.”
Meşa navneteweyî ya ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Refahê li dijî qirkirina rejîma siyonîst li Xezzeyê hatiye destpêkirin, li Misirê berdewam dike. Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Erdal Elûbûyûk û Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulqudûs Yalçin jî beşdarî meşê dibin.
Tevgera Cîhada Îslamî, êrîşa rejima îşxalker a li ser Îranê bi zimanekî tund şermezar kir, û daxuyand ku ew bi gelê Îran û bireveberîya Îranê ne re.