Rejima sîyonîst Nuseyratê hedef girt: 9 şehîd

Rejima îşxalker a sîyonîst di êrîşa ku li dijî Kampa Penaberan a Nuseyratê li dar xist de 9 Filistînîyan şehîd kir.
Li gorî xebera WAFAyê, artêşa îşxalê, li nêzê Kuleya Nuveyrîya li rojhilata kampê wesayîtekî sîvîl hedef girt. Di vê êrîşê de 6 Filistînî şehîd bûn.
Di êrîşekî dinê ku li heman herêmê hat lidarxistin de jî 3 kes şehîd bûn.
Rejima îşxalker, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe li Xezzeyê didomîne.
Li gorî daneyên dawîn di encama van êrîşan de 52 hezar û 567 Filistînî şehîd bûn, piranîya wan zarok û pîrek 118 hezar û 610 Filistînî jî birîndar bûn.
Hêna jî reqem ne zelal in; çîmkî hêna jî bi hezaran şehîd di bin kavilan de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kabîneya rejima îşxalker a sîyonîst, ji plana êrîşkirina ku di nav xwe de îşxalkirina Xezzeyê û koçkirina gel a ji başûr re jî heye re biryara erê da. Netenyahu got, “Vê carê em ê axan îşxal bikin û li wê derê bimînin”. Wezîrên îşxalker, ji bona ku li Xezzeyê wargehên nû bêne damezrandin bang kir.
Tevgera Ensarullahê Yemenê di 4ê Gulanê de li dijî Balafirgeha Ben Guriona rejima sîyonîst bi fuzeyên balîstîkî operayonek li darxist, piştî ev operasyonê gelek şîrketên balafiran seferên xwe yên Tel Avîvê rawestandin. Piştî operasyonê bi hezaran sîyonîst li derveyê welat man.
Tevgera Hîzbullahê Libnanê, êrîşa Emrîka û rejima sîyonîstan a li dijî Bendera Hudeydeya Yemenê wek “îxlalkirina zelal a hiqûqa navneteweyî û sûca herbê” nirxand. Dûre weha daxuyand, “Ew ê gelê Yemenê gav paşve navêjin, ew ê ji Filistînê re desteka xwe zêde bike.”
Tevgera Cîhada Îslamî li Filistînê êrîşên hewayî yên rejîma sîyonîst ên li ser Yemenê wekî "nîşandana têkçûnên giran û bêhêvîtiyê" bi nav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berxwedana qehremanên Yemenîyan li dijî zilma Emrîka û sîyonîstan micadeleya bi rûmet a ummetê ye."