Rejima îşxalker li Libnanê êrîşan pêk anît: 1 şehîd 3 birîndar

Rejima îşxalker li başûrê Libnanê êrîşên asîmanî pêk anît, di encamê de sîvîlekî canê xwe ji dest da, sê kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristî ya Libnanê, diyar kir ku di êrîşa rejima îşxalekr de ku li dijî bajaroka Beyt Lifa başûrê Libnanê pêk anît de mirovekî canê xwe ji dest dan, sê kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê di daxuyanîya ku doh da de, îfade kir ku balafirên bêmirov ên hewayî yên rejima îşxalker li bajaroka Şebayê herêmekî kir hedef.
Çavkanîyên çapemenîya Libnanê, diyar kirin ku hêzên îşxalê vê sibehê li bajaroka Blîda û Mays el-Cebelê çîta teknîkî “derbas kirin” û ketin nav axên Libnanê.
Artêşa îşxalê îxlalkirina agirbesta ku di 27ê Mijdarê de hatibû îlankirin berdewam dike. Di demên dawîn de êrîşên xwe zêde kirîye û ji bo êrîşên nû jî tehdîdan dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji wezîfeya Serfermandarê Giştî Muhammed Baqirî ku di êrîşa rejima sîyonîst de şehîd bûbû re Hebîbullah Seyarî ji bo demekî hat anîtin, ji cîhê Fermandarê Pasdaranan re jî Ahmed Vahîdî hat anîtin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, HAMAS, êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Îranê wekî "pêşkeftinek girîng ku dê qedera herêmê diyar bike" bi nav kir û tekez kir ku divê tevahiya ummetê li dijî vê tehdîdê bibe yek.
Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhemed Baqirî di êrîşeke asmanî ya rejîma sîyonîst de şehîd bû. Her çend medyaya Îranê şehîdbûna wî piştrast kir jî, berê hatibû ragihandin ku ew sax e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşên rejîma sîyonîst de diyar kir ku ew hêvî dikin ku pêvajoya danûstandinên nukleerî bi Îranê re bidomînin. Trump got, "Îran nikare bibe xwediyê bombeya nukleerî. Ger hewce be em ê îsraîlê biparêzin."