Rejîma îşxalker a sîyonîst êrîşî Xezzeyê kir: 7 şehîd
Di êrîşên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezzeyê de heft Filistînî ku di nav wan de keçek biçûk bû hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êrîşên xwe didomînin û peymana agirbestê îxlal dikin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 24 saetên dawî de bi tevahî 11 cenazeyên şehîdan, ku 8 ji wan nû hatine dîtin, anîne nexweşxaneyên li Xezzeyê. Sê ji van cenazeyan ji bin xirbeyan hatine derxistin. Di heman demê de, 35 birîndar jî anîne nexweşxaneyan.
Wezaretê ragihand ku ji 11ê Cotmeha 2025an vir ve, hejmara şehîdên Filistînî gihîştiye 1559an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5608an. Her wiha hejmara kesên ku ji bin xirbeyan hatine rizgarkirin gihîştiye 845an.
Li Xezzeyê, jimara giştî ya şehîdên di êrîşên ji Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin wekî 74.555 û hejmara birîndaran jî wekî 175.727 hatiye ragihandin.
Her çiqas li Xezzeyê agirbest hebe jî, ji ber êrîşên hewayî, topxane û gulebarana rasterast qurbaniyên Filistînî didomin.
Hedefgirtina deverên ku sivîlên koçber lê penaber bûne, tehdîdên mirovî li herêmê zêde dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Çîyayê Şengalê unsurên PKKê bi merasîmeke leşkerî ya hevpar ragihandin ku wan dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya serbixwe aniye û tevlî sîstema ewlehîya Îraqê bûye.
Netanyahu di peyamekê de ku di 26ê Cotmeha 2026an de hat weşandin, îddîa kir ku ger Komara Îslamî ya Îranê xwediyê çekên nukleerî be, hemû mijarên din ew ê bêwate bibin.
Serfermandarê Giştî yê Îranê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul-Enbîya, Tumgeneral Alî Abdullahî, derbarê trafîka keştîyan li Tengava Hurmuzê de got: "Berevajî îddîayên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên bi rêya çapemenî û propagandayê ku Tengava Hurmuzê vekiriye, ev rêya avê ya stratejîk bi tevahî girtî ye û di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Îranê de ye."