Rojnamevanekî dinê jî li Xezzeyê hate kuştin

Di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de rojnamevanekî dinê jî hat kuştin.
Nivîsgeha medyayê ya hikûmetê li Xezzeyê di daxuyaniyekê de got ku rojnamevan Hesen Merzuk Semmûr, ku ji bo radyoya Dengê Eqsayê dixebitî, di encama hedefgirtina bi zanebûn a bajarê Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê ji aliyê artêşa îşxalker ve, ligel hinek endamên malbata xwe hat kuştin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, dema ku rejîma îşxalker li Xezzeyê qirkirin da destpêkirin, hejmara rojnamegerên ku hatine kuştin gihîştiye 216an.
Di daxuyaniyê de, armancgirtin, kuştin û sûîqesta sîstematîk a artêşa îşxalker a li ser rojnamevanên Filistînî bi tundî hate şermezarkirin.
Bang li rêxistinên rojnamegeriyê yên li çaraliyê cîhanê hat kirin ku van tawanên li dijî rojnamevan û xebatkarên medyayê yên Filistînî li Xezzeyê şermezar bikin.
Di daxuyaniyê de her wiha ji civaka navneteweyî û rêxistinên medyayê yên navneteweyî hat xwestin ku "ji bo rawestandina kuştina rojnamevanên Filistînî, cezayên astengker li ser îsraîlê bicîh bînin û tedbîran bigirin da ku ew di dadgehên navneteweyî de ji ber tawanên xwe were darizandin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker, li bajaroka Tammuna Tubasê, malekî dorpêç kirin û bi topan hedef girtin, di encamê de 4 Filistînîyan şehîd kir.
Êş û xemgîniya "Belaeta Mezin Nekbe" ku wek navê çewsandin, qetlîam û koça bi darê zorê ya ku piştî îşxala siyonîstan li ser axa Filistînê dest pê kir, ev 77 sal in didome.
HAMAS diyar kir ku rejîma îşxalker bi bikaranîna birçîbûnê wekî çek li dijî zêdetirî 2 mîlyon Filistîniyên li Xezzeyê sûcê qirkirinê dike.