Sîyonîstên îşxalker li Tulkerîmê di nav du hefteyan de 50 avahîyan xera kir

Rejima sîyonîst, di nav du hefteyên dawîn de li Tulkerîma Şerîaya Rojavayê herî kêm 50 xanîyan xera kir.
Di xebera ku ji teref WAFAyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku rejima sîyonîst di demên dawîn de li Tulkerîm û Nur Şemsê dest bi xerabûnên mezin kirîye, di nav du hefteyan de jî ji 50 zêdetir avahîyan xera kirin.
Artêşa îşxalê diyar kir ku ew ê li cîhê avahîyên ku xera dikin caddeyên mezin û fireh çêbikin.
Hat destnîşankirin ku xerakirin li Taxên Belavene, Akkaşe, Nedi, Sevalime, Hammam, Medaris û derdorên wan zêde bûne; di binesazîya taxan de zerareke mezin çêbûye.
Artêşa îşxalê, li Kampa Nur Şemsa tulkerîmê bi buldozeran xerakirina avahîyan didomîne.
Şênîyên herêmê îfade dikin ku leşkerên sîyonîst nahêlin ku mirovên herêmê biçin malên xwe û eşyayên xwe ji nav malan derxin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên cihûyî yên ku di bin parastina rejima sîyonîst de ne, li bajaroka Kafr Malika rojhilata Şerîaya Rojavayê êrîşan pêk anîtin, di encamê de 3 Filistînî şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump doza gendeliyê ya ku li dijî Serokwezîrê rejîma sîyonîst Benyamin Netanyahu hatiye vekirin, parast. Trump Netanyahu wekî "qehreman" bi nav kir û xwest ku doz were betalkirin an jî Ew were efûkirin.
Li wîlayeta Guanajuatoya Meksîkayê li dijî malekî êrîş hat lidarxistin, di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê Ebû Ubeyde, destnîşan kir ku li hember rejima êrîşên îşxalker berxwedan bênavber berdewam dike. Wî bal kişand ku kemînên li Xezzeyê têne danîn di esra dawîn a modern de mînakên herî wêrek ên berxwedanê ne.