Piştî ragihandina rêkeftina agirbestê li Xezzeyê, bi taybet li Xezze û navçeyên Filistînê li welatên rojavayî û herwiha welatên Îslamê pîrozbahiyên serkeftinê tên lidarxistin.
Li Ammana paytexta Urdunê şahiyên mezin bi sloganên piştgiriya berxwedanê hatin lidarxistin. Gel ji bo kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn îkramên cuda pêşkêş kirin.
Di dema ku pîrozbahî li kampên koçberên Filistînî yên li Lubnanê belav bû, kampa Reşîdiye bû şahidê gulebarana tund û atmosferek kêfxweşiyek mezin. Li kampa Nahr el-Bered jî meşên girseyî yên ji bo piştgirîkirina Xezzeyê hatin lidarxistin.
Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê li dema ku xelkê bajarê Marîbê yê Yemenê bi tekbîr û fîşekên hewayî pîrozbahî li Xezeyê kir û bal kişand ser vê yekê ku meseleya Filistînê wê wek mijara sereke bimîne.
Li mizgeftên Sameraya Iraqê ji bo diyarkirina kêfxweşiya xwe ya ji vê peymanê tekbîr hatin lidarxistin. Bi beşdariya welatiyan meşên girseyî hatin lidarxistin da ku piştgiriya xwe ji berxwedan û îradeya gelê Filistînê piştrast bikin.
Li paytexta Sûriyeyê Şamê û bajarên wekî Heleb û Hemayê gel daketin kolanan û şahî pêk anîn û ji gelek mizgeftan tekbîrên teşrîqê hatin bilindkirin.
Li gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya Xezzeyê şahiyên mezin hatin lidarxistin. Welatî bi al û sloganên Filistînê beşdarî meşê bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî agirbesta doh danê êvarê li Xezzeyê hat ragihandin, siyonîstên îşxalker bombardumanên xwe berdewam kirin; bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzet El Rîşk bal kişand ser hemû şert û mercên ku ji destpêka şerê qirkirin û îşxalê ve dane destpêkirin û wiha got: "Bi îzna Xwedê bi zorê bi ser ketin û îşxalker çok danîn."
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê derheqê peymana agirbestê ya li Xezzeyê hat qebûlkirin da weha got: "Peymana rawestandina êrîşa li ser Xezzeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, ummeta me û gelên azadîxwaz ên cîhanê ye."