Serokê MÎTê Kalin, bi lijneya HAMASê re hevdîtinê kir
Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎTê) Îbrahîm Kalin, li Stenbolê bi Serokê Lijneya Mizakereya Biroya Sîyasî ya Hamasê Xelîl Hayye û lijneya bi wî re hevdîtinê kir.
Di hevdîtinê de meseleyên berdewamkirina agirbestê ya di çarçoveya “Peymana Agirbest a Xezzeyê” de, pêşgirtina îxlalan û meşandina pêvajoyê li ser rêyekî tendurist de û ji bo vêya jî gavên ku hewcene werin avêtin hatin gotûbejkirin.
Lijneya HAMASê ji ji bo piştgirîya Recep Tayyîp Erdogan a ji pêvajoyê re û ji Tirkîyeyê ku bûye garantor û rola wî re sipasîyan kir.
Lijneya HAMASê dîsa bibîrxist ku tevger digel hemî îxlalan girêdaybûna xwe ya bi peymana agirbestê veneguhertine.
Herdu lijne jî ji bona ku pêvajo bi tenduristî berdewam bike gelo çi gav hewceye ku were avêtin jî gotûbejan kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her çiqas danûstandinên ji bo derbasbûna ewle ya endamên Hamasê yên di tunela Refahê de asê mane berdewam dikin jî, nakokiyên sîyasî yên di nav rejîma sîyonîst de pêvajoyê asteng dikin. Pêşniyara Netanyahu ya ji bo destûrdayîna derbasbûnê di nav hikûmetê de rastî nerazîbûnê hat.
HAMASê girêdaybûna xwe ya ji peymana agirbestê dîsa nîşan da û ku cenazeya êsîrekî sîyonîst ê ku ji bin kavilan derxist teslîmî Xaça Sor kir.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de ku ji teref rejîma îşxalker ve li Başûrê Lubnanê pêk hat, kesek şehîd bû û yek jî birîndar bû.