Serokwezîrê Lubnanê Selam: Divê zext li ser israîlê were zêdekirin da ku ji axên ku îşxal kiriye vekişe

Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam got, "Divê Emrîka zextê li ser îsraîlê bike, da ku ji hemû axa başûrê Lubnanê vekişe û êrîşên xwe yên ku serweriya Lubnanê îxlal dikin bi dawî bike."
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam li ofîsa xwe ya li paytext Beyrûtê lijneya Emrîkayî ya ku di bin serokatîya Senator Angus King de bûn qebûl kir.
Di hevdîtinê de, Selam derbarê îşxalkirina berdewam a hinek axên li başûrê welat ji teref rejîma siyonîst ve weha got, "Divê Emrîka zextê li ser îsraîlê bike da ku ji hemû axa Lubnanê ya li başûr vekişe û êrîşên xwe yên ku serweriya Lubnanê îxlal dikin bi dawî bike."
Serokwezîr Selam diyar kir ku Libnan bi israr e ku serweriya xwe li ser hemû axa xwe misoger bike.
Selam got ku ew bi biryar in ku serweriya kampên penaberên Filistînî yên li welat misoger bikin, û got ku wekî hikûmet, wan ji bo kampên penaberên Filistînî bernameyek destnîşan kiriye û dê dest bi bicîhanîna wê bikin.
Di civînê de, ku reformên aborî yên hikûmetê jî hatin nîqaşkirin, pêşketinên derbarê Sûriyeyê û vegera penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê bo welatê wan jî hatin nîqaşkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 84an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 308 kesan.
Ji ber baran û bahozên dijwar li Pakistanê neh kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.
Di êrîşa li ser navenda belavkirina alîkariyê ya li bajarê Refahê de 3 Filistînî hatin kuştin û 46 kes jî birîndar bûn.
Rûsya, piştî biryara artêşa Elmanya ku ew ê li Lîtvanyayê leşkeran bicîh bikin, li Behra Baltikê tetbîqetek dan destpêkirin.