Tevî peymana agirbestê jî, artêşa îşxalker binpêkirinên xwe yên li başûrê Lubnanê didomîne.
Li gorî ajansa nûçeyan a Lubnanî NNA, artêşa dagirker binpêkirinên curbicur ên wekî teqandina mal û avahiyan, wêrankirin û girtina rêyan, vekirina agir û çewisandina bi balafirên şer li navçeyên Mercayûn û Hasbaya li başûrê parêzgeha Nebatiyê pêk anîn.
Li gundê Kantara di encama gulebarana leşkerên îşxalker de welatiyekî Lubnanî birîndar bû.
Artêşa îşxalê 17 caran agirbesta li xaka Lubnanê binpê kir û hejmara binpêkirinan derket 676an.
Peymana agirbestê ya ku di navbera Lubnan û rejîma dagirker de pêk hat, di 27ê Mijdara 2024an de li gorî saeta herêmî saet 04.00an li gorî dema Tirkiyeyê 05.00an ket rewacê.
Li gorî peymanê hate pêşbînîkirin ku artêşa Lubnanê di nava 60 rojan de (heta 26ê Çile) gav bi gav li herêmên di bin îşxala rejîma îşxalker de li başûrê welat bicih bibe û artêşa îşxalker vekişe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Sulawesîya Rojavaya Endonezyayê hezaz pêk hat, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Ofîsa Çapemenîya Hikûmetê li Xezzeyê got ku nifûsa Filistînî ya ku li Xezzeyê û bajarên wê yên bakur dijîn, ji ber ku bi sed hezaran koçber sibeha Duşemê dest bi vegerê kirin, lazimatîya wan a bi lezgînî ji 135.000 çadir û konteyniran re heye.
Di teqîna ku li rojhilata Efxenistanê pêk hat de zarokek canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Gelê Xezzeyê di çarçoveya peymana agirbestê ya ku di navbera HAMAS û rejima îşxalker de hatîye îmzekirin de, li gorî seatên mehellî ji seat 07.00an şûnve dest bi derbasbûna Bakur kirin.