Siyonîstên îşxalker li Mescîda Eqsayê êrîşî Filistîniyan kirin

Polîsên qaşo yên rejîma îşxalker û siyonîst piştî nimêja terawîhê ya li Mescida Eqsayê careke din êrişî misilmanan kirin.
Piştî nimêja terawîhê ya li Mescîda Eqsayê careke din Filistînî bûn hedef. Polîsên qaşo yên rejîma îşxalker a siyonîst êrîşî Filistîniyan kirin ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn gelek kes birîndar bûn.
Ciwanên Filistînî li ber deriyê El-Megarîbe (Fas) li başûrrojavayê Mescîda Eqsayê bersiv dan siyonîstên îşxalker. Di bûyerên li vir qewimîn de hin Filistînî hatin desteserkirin.
Fîlîstîniyên ku li hin nuqteyên Harem-î Şerîf barîqat danîn, diyar kirin ku ew ê ji vir dernekevin û gelek caran siloganên "Jiyana me, xwîna me wê ji te re bibe qurban Eqsa" avêtin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.