Hat diyarkirin ku artêşa îsraîlê di roja 57emîn de 8 caran peymana agirbestê ya bi Lubnanê re îhlal kiriye û bi tevahî îhlalên agirbestê gihaştîye 629an.
Li gorî nûçeya NNA ya Libnanî diyar kir ku, artêşa îşxalker îhlalkirinên xwe yên li bajarokên Bint Cibeyl, Mercayun û Hasbaya yên bajarê Nabatiye li başûrê Lubnanê berdewam kirin.
Di dema ku artêşa îşxalker li herêmên Bînt Cibeyl û Ayta El-Şeab hin mal bi teqemeniyan teqandin, li herêma Mercayûn jî mal şewitandin û bi çekên doçka gulebaran kirin.
Îşxalkeran li hinek bajarên din ên Başûr malan teqandin û li herêma Hasbayê jî bi balafirên bê mirov êrîş kirin.
Sîyonîstên îşxalker ku di roja 57emîn de 8 caran peymana agirbestê ya bi Lubnanê re îhlal kirin, ji 27ê Mijdara 2024an vir ve ku agirbest ket meriyetê 629 îhlalan pêk anîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 283 kesan û 111 hezar û 472 kes jî birîndar bûn.
Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, Tevgera Ensarullaha Yemenê careke din wek "rêxistina terorê ya biyanî" bi nav kir.
Kerwana Hêvîyê ya ku li Burundî xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, temelê mizgefta ku li ser navê Şehîd Yehya Sinvar ê yek ji pêşengên HAMASê tê çêkirin, bi duayan danî.