Sîyonîst bi tankan ketin nav gundên Quneytrayê
Îşxalkerên sîyonîst bi du tankan ketine nav herêma Til El Hawa li gundewarê bakurê Quneytreyê li Sûrîyê.
Li gorî televîzyona El Îxbariye, hêzên îşxalker bi du tankan ber bi herêma Til El Hewa, rojavayê bajarokê Cebata El Heşeb li gundewarê bakurê Quneytrayê ve pêşve çûn.
Di destpêka îro de, hêzên îşxalker ciwanekî ku doh li xaleke kontrolê ya demkî ya li nêzîkî stûna alayê li gundewarê Quneytrayê girtibûn jî serbest berda.
Doh, îşxalkeran careke din ketin gundê Taranga yê li gundewarê bakurê Quneytrayê, serdegirtin li ser yek ji malan û di heman demê de fîşekên hewayî avêtin hewayê.
Di 18ê Cotmehê de, Wezareta Karên Derve û Koçberan zêdebûna êrîşên dawî yên rejîma îşxalker li ser parêzgeha Quneytra û deverên gundewarî yên bajarê Derayê şermezar kir û tekez kir ku ev êrîş îxlalkirina serwerî û yekparçeyiya xaka Sûrîyê ne.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îxlalkirinên berdewam şansên pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmê bi giştî û bi taybetî li Sûrîyeyê têk dibin û hewlên ji nû ve avakirin û vejînê asteng dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Misrê, di pevçûna otobûs û qamyonekê de 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Şer ê Serokê Emrîkayê Trump, Pete Hegseth, serdana axên Filistînî yên îşxalkirî kir û bi Netanyahu re hevdîtinek veşartî pêk anî.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku balafireke bêpîlot (UAV) a MQ-9 a Amerîkî ku li ser Tengava Hurmuzê difiriya, ji aliyê pergalên parastina hewayî yên Sipaha Pasdaran ve hatiye xistin.