Wezîrê şer ê Emrîkayê bi dizî bi Netanyahu re civiya
Wezîrê Şer ê Serokê Emrîkayê Trump, Pete Hegseth, serdana axên Filistînî yên îşxalkirî kir û bi Netanyahu re hevdîtinek veşartî pêk anî.
Li gorî Axios, ku çavkaniyên agahdar vedibêje, Hegseth serdaneke veşartî kiriye û bi Serokwezîrê sîyonîst Binyamîn Netanyahu re civiyaye.
Tê gotin ku civîn doh, Duşemê pêk hatiye, lê di nûçeyê de ti hûrgilî nehatine dayîn.
Li gorî agahiyên li ser portalê, hûrgiliyên derbarê serdana Hegseth de rojek piştî ku Serokê Emrîkayê Donald Trump piştgirî da namzetiya Netanyahu di hilbijartinên parlementoyê yên sîyonîst de ku di 27ê Cotmeha 2026an de hatine plankirin, derketin holê.
Herwiha, ev hevdîtin di demekê de pêk hat ku di navbera Emrîka û rejîma îşxalker de li ser îhtîmala ji nû ve destpêkirina êrîşên berfireh ên li dijî Îranê danûstandin berdewam dikirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Misrê, di pevçûna otobûs û qamyonekê de 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Îşxalkerên sîyonîst bi du tankan ketine nav herêma Til El Hawa li gundewarê bakurê Quneytreyê li Sûrîyê.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku balafireke bêpîlot (UAV) a MQ-9 a Amerîkî ku li ser Tengava Hurmuzê difiriya, ji aliyê pergalên parastina hewayî yên Sipaha Pasdaran ve hatiye xistin.