Sîyonîstên îşxalker di 24 saetên dawî de 26 Filistînî şehîd kirin

Bîlançoya qirkirina ku ji 7ê cotmehê vir va ji teref sîyonîstên îşgalker ve li dijî Filistîniyan hatiye destpêkirin roj bi roj girantir dibe.
Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Xezzeye der bare erîşen dewamkirina sîyonîstên îşxalker de agahiyên dawî parve kir. Li gor agahiyên ku hatin parvekirin di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hatin kirin de hejmara Filistîniyên ku şehîd ketin derket 50 hezar û 695an.
Di 24 saetên dawî de 26 Filistînî şehîd bûn û 113 kes jî birîndar bûn. Sîyonîstên îşxalker tenê ji dema ku agirbest îxlal kirine hezar û 335 Filistînî şehîd û 3 hezar û 297 Filistînî jî birîndar kirine.
Li Xezzeyê ji bilî birçîbûn, tîbûn, pirsgirêkên xanî, xerabûna nexweşxane û kêmbûna dermanan, 115 hezar û 338 sivîlên Filistînî ji ber êrîşa îşxalkerîyê ya ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li benda dermankirinê ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rê li ber tîmên ambûlans û parastina sivîl hatine girtin û hat diyarkirin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de hê jî gelek cenaze hene ku nikarin xwe bigihînin cenazeyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullahê ragihand ku îro serê sibê 22 êrîşên esmanî yên Emrîkayê li paytexta Sanaya Yemenê, wîlayetên Marib û Hudeydeyê hatin lidarxistin.
Di êrîşa siyonîstên ku li Beyt Lahiya bakurê Xezzeyê malek kirin hedef de, ji heman malbatê 6 kes û rojnamevan Ehmed Mensûr ku berê birîndar bûbû şehîd bûn.
Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump weha got, “Kontrolkirina Xezzeyê û xwedîbûna wî ew ê tiştekî baş be.”
Rejima sîyonîst, ji 18ê Adarê vir ve di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de ji 500î zêdetir zarokan şehîd kir, hezar û 249 zarokan jî birîndar kir.