Tenduristvanên Îtalyayê dermanên îşxalkeran boykot dikin

Doxtor û tenduristvanên Îtalyayê biryar girtin ku ew ê li hember polîtîkayên mehkûmkirina birçîtîyê û dorpêça li ser Xezzeyê ya rejima îşxalker, dermanên ku ji teref rejima sîyonîst ve têne hilberandin boykot bikin.
Doxtorên Îtalyayê, ji bona ku balan li ser dorpêç û felaketa însanî ya li ser Xezzeyê bidin kişandin gavekî muhîm avêtin. Doxtor û tenduristvanên Îtalyayê, li hember polîtîkayên mehkûmkirina birçîtîyê û dorpêça li ser Xezzeyê ya rejima îşxalker, kampanyayek dan destpêkirin ku ew ê dermanên ku ji teref rejima sîyonîst ve têne hilberandin boykot bikin.
Xebatkarên tenduristîyê destnîşan kirin ku ev biryara boykotê, ne tenê boykoteke tenduristî ye, di heman demê de ev sekinekî însanî ye. Dûre bal hat kişandin ku dorpêça ku rejima îşxalker li ser Xezzeyê dimeşîne ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 662yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 157 hezar û 673 kesan.
Di qezayekê de ku otobuseke geştyarî dema ku ji geşta xwe ya ber bi Niagara Falls a li wîlayeta New Yorkê vedigeriya, qulipî, herî kêm 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Xezzaya ku di bin îşxala rejima îşxalker de ye xela heye. Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de 8 kes ji birçîna şehîd bûn, hejmarê şehîdên ji birçîna şehîd bûne derket 281 kesan.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandê Caspar Feldkamp, biryara redkirina li hember muameleyên rejima îşxalker a li Xezze û Şerîaya Rojavayê girtina tedbîrên pêş a ji teref hikûmetê ve protesto kir, û daxuyand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.