Tevgera Ensarullah a Yemenê: Hedefên îşxalkirî bi serkeftî hatin lêdan

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Tevgera Ensarullah a Yemenê, Yahya Serî, derbarê êrîşa mûşekî ya li ser axa îşxalkirî de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, ku bi bîranîna ayeta "Ey bawermendan! Heke hûn alîkariya Xwedê bikin, ew ê alîkariya we bike û we xurt bike" dest pê kir, hate gotin ku balafirgeh, xalên leşkerî û stratejîk hatine hedefgirtin.
Serî tekez kir ku piştgiriya ji bo gelê Xezzeyê dê berdewam bike û got, "Li hember zilma ku li ser gelê Filistînê û mucahîdên wan ên hêja û sûcên qirkirin û birçîbûnê yên ku ji hêla dijminê sîyonîst ve li Xezzeyê hatine kirin, hêza mûşekî ya hêzên çekdar ên Yemenê bi mûşekek balîstîk a hîpersonîk a celebê 'Filîstîn-2' operasyonek leşkerî ya kalîfîye pêk anî ku Balafirgeha Lod a li herêma Yaffayê ya îşxalkirî hedef girt."
Serî diyar kir ku hedef bi serkeftî hatine lêdan û got, "Ev mûşeka pêşketî bi serkeftî ji pergalên parastina hewayî yên rejîma sîyonîst derbas bû û gihîşt hedefa xwe. Di nav refên dijmin de panîk û kaosek mezin çêkir. Bi mîlyonan hêzên sîyonîst ên îşxalker neçar man ku birevin veşartgehên xwe û operasyonên balafirgehê hatin sekinandin. Wekî din, yekîneya balafirên bêmirov ên Hêzên Çekdar ên Yemenê du operasyonên cuda li axên Filistînî yên îşxalkirî pêk anîn, yek hedefa leşkerî û ya din jî hedefa stratejîk bû. Ev hedef li herêmên Yaffa û Eskalanê bûn û her du operasyon jî bi kerema Xwedê serkeftî bûn."
Serî tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Xezzeyê bidomînin û wiha got:
“Hêzên çekdar ên Yemenê û gelê esilzade yê Yemenê bi rêzgirtinek mezin qehremanî û fedakariya birayên me yên mucahîdên ku li Xezzeyê berxwedanek destanî didin silav dikin. Ew careke din radigihînin ku ew li kêleka van mêrxasên wêrek in ku bi can û çavkaniyên xwe li cepheyên pêş ji bo şeref, rûmet û pîrozîya Ummetê radiwestin. Hezar silav ji wan re! Û bila xew nekeve çavên tirsonekan! Yemen, bi gelê xwe yê dilsoz, artêşa xwe ya mucahîd û serokatîya xwe ya dilsoz, heta ku ev zilm biqede û dorpêç were rakirin, li kêleka gelê Xezzeyê radiweste. Xwedê ji me re bes e; ew çi parêzvanek ecêb, çi wekîlek ecêb û çi alîkarek ecêb e. Bijî Yemenek serbixwe û bi rûmet! Serkeftin a Yemenê ye, serkeftin a kurên azad ên Ummetê ye!” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 662yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 157 hezar û 673 kesan.
Di qezayekê de ku otobuseke geştyarî dema ku ji geşta xwe ya ber bi Niagara Falls a li wîlayeta New Yorkê vedigeriya, qulipî, herî kêm 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Xezzaya ku di bin îşxala rejima îşxalker de ye xela heye. Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de 8 kes ji birçîna şehîd bûn, hejmarê şehîdên ji birçîna şehîd bûne derket 281 kesan.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandê Caspar Feldkamp, biryara redkirina li hember muameleyên rejima îşxalker a li Xezze û Şerîaya Rojavayê girtina tedbîrên pêş a ji teref hikûmetê ve protesto kir, û daxuyand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.