Ukrayna: Di êrîşa Rûsyayê ya li ser Zaporîjyayê de 8 kes mirin, 12 kes birîndar bûn
Li gorî raporên ewil, di êrîşa hewayî ya Rûsyayê ku li ser bajarê Zaporîjyayê bi bombeyên arastekirî hatiye kirin de, heşt kes mirine û diwanzdeh kes jî birîndar bûne.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Zaporîjyayê Îvan Fedorov diyar kir ku bajarê Zaporîjyayê navenda rêveberiyê ya herêmê ji aliyê Rûsyayê ve bi bombeyên arastekirî hatiye hedefgirtin.
Fedorov diyar kir ku li gorî raporên destpêkê, di êrîşê de 8 kes mirine û 12 kes jî birîndar bûne.
Fermandariya Hêza Hewayî ya Ukraynayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji 160 wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) ên ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine şandin bo welat, 117 ji wan hatine bêtesîrkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tundiya polêsan û heqaretên nijadperestî yên li dijî zarokên ku di xwepêşandanên xwendekaran de li Fransayê hatine binçavkirin, bûne sedema nerazîbûnê. Keçeke 14 salî vegot ku çawa yek ji polêsan jê re gotiye, "Niha bêje 'Allahu Ekber'!" Şahidiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatine weşandin, muameleya ku zarok di dema binçavkirinê de rastî wan tên dîsa anîne rojevê.
Rojek piştî weşandina rapora lêpirsînê ya piştî şewata du santralên ceryanê li Morîtanyayê, Serokwezîr Mokhtar Ould Ajai îstifaya hikûmeta xwe pêşkêşî Serokkomar Muhammed Ould Ghazwani kir.
Şandeyeke pilebilind ji Wezareta Parastinê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê beşdarî tetbîqata leşkerî ya Navenda-2026 a ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye organîzekirin bû, pergalên çekên nûjen lêkolîn kir û bi nûnerên leşkerî yên welatên cûda re civiya.