UNRWA daxwaza lêpirsîneke serbixwe li ser kuştina zêdetirî 310 karmendên xwe li Xezzeyê dike

Philippe Lazzarini, Komîserê Ajansa Alîkarî û Kar a Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), daxwaza lêpirsînek berfireh û serbixwe li ser mirina zêdetirî 310 personelên li Xezzeyê kir.
UNRWA daxwaza lêpirsîneke serbixwe û zelal li ser mirina zêdetirî 310 karmendên wê yên ku li Xezzeyê hatine kuştin kir. Komîserê UNRWA Philippe Lazarini tekez kir ku divê trajediya ku bi mirina karmendê wan Kamel, ku di meha Adarê de "li cihê bûyerê" hat îdamkirin, derket holê, di zûtirîn dem de were ronîkirin.
Kemal zêdetirî 20 salan li UNRWAyê xebitî. Tevî ku çakêt û wesayîtek bi nîşana Neteweyên Yekbûyî hilgirtibû, demek kurt piştî ku ew di 23ê Adarê de ji mala xwe derket, peywendî bi wî re qut bû. Paşê cenazeyê wî di goreke komî de, li kêleka mayînên ekîbên Heyva Sor a Filistînî yên ku ji teref îşxalkeran ve hatibûn qirkirin, hat dîtin. UNRWA got ku Kamel bi gelek lêdanan li serê xwe hatiye kuştin.
Lazzarinî got, "Mirina Kamel ne tenê ji bo malbat û ajansa me, lê di heman demê de ji bo civaka navneteweyî jî nayê qebûlkirin. Divê hemû hevkarên me yên ku li Xezzeyê canê xwe ji dest dane li ber edaletê hesab bidin."
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî êrîşên hêzên îşxalker ên li ser tîmên alîkariya bijîşkî û rizgarkirina mirovî wekî "sîstematîk û tirsnak" bi nav kir û got ku ev kiryar li dijî qanûna navneteweyî ne. Rêxistinê destnîşan kir ku "înfazên li cihê bûyerê" û kuştinên keyfî yên bi vî rengî wekî sûcên şer têne hesibandin.
Windabûna karmendên UNRWA li Xezzeyê di nav rêjeyên herî bilind ên qurbaniyên sivîlan di dîroka Neteweyên Yekbûyî de ye. Lazzarini her wiha got, "Ji bo ku ev trajediya careke din çênebe, lêpirsînên tam, serbixwe û bêalî hewce ne." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.