UNRWA: Gelê Xezzeyê bi birçîbûnî, bêavî û krîza tenduristîyê re tena ser xwe ye

Ji ber êrîşên rejima sîyonîst û bomberdmanên giran li Xezzeyê krîza însanî her roj ku diçe kurtir dibe. UNRWA, daxuyand ku bi dehhezaran sîvîlên xwe sipartine 115 navendan ji lazimatîyên bingeh mehrûm in.
Li Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma terorê kirîza tendusitîyê û birçîbûnê her ku diçe kûrtir û mezintir dibe.
UNRWAyê eşkere kir ku bi dehhezaran însanên ku xwe sipartina 115 navendên sitrandinê ji lazimatîyên bingeh mehrûm hatine hîştin.
UNRWA da zanîn ku li herêmê rewşa însanî her kû diçe xiraptir dibe û vêga hê jî dorpêçî û ambargo dewam dike.
Di daxuyanîya ku ji teref UNRWAyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku îzîn û destûr nayê dayîn ku amûrên tîcarî û alîkariyên însanî têkeve nava Xezzeyê. Xelkê Xezzeyê bi birçîbûn, tîbûn û kirîza tenduristîyê re tenê hatiye hîştin.
Hat îfadekirin ku nêzîkê 660 hezar zarok ji ber êrîşên rejîma sîyonîst ji heqê perwerdehîyê mehrûm hatine hîştin.
Li ser hesabê UNRWAyê hat parvekirin ku “Ji serê salê û vir ve piştî agirbesta li Xezzeyê hat sepandin, şansê mayîna jîyanê û dîsa heqê zarokbûyînê ji zarokên Xezzeyê re hatibû dayîn. Ji nû ve destpêkirina û nûkirina herbê dîsa ev heqê zarokbûyînê ji zarokên Xezzeyê hat girtin.”
Hat îfadekirin ku ji betalbûna agirbestê û hetanî niha nêzîkê 420 hezar Filistînî ji cîh û warên xwe bûne û ji ber vê yekê em dîsa banga agirbestê nû dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Cewher Dudayev navê berxwedaneke ku ji dilê Qefqasyayê derketibû, têkoşîna azadî û rûmetê bû. Dudayev ê ku tam 29 sal berê di 21ê Nîsana 1996an de bi fûzeya Rûsyayê hat şehîdkirin, hêna jî weke qehreman û rêberekî di dilê gelê Çeçen de dijî.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, li bakurê Xezzeyê li dijî sîyonîstên îşxalker operasyonek li dar xistin.
Rejima sîyonîst îro li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anîtin, di encama wan êrîşan de herî kêm 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Vatîkan, daxuyand ku serokê cîhana katolîkan Papa Franciscus vê sibehê di seat 07.35an de di mala xwe ya ku li Casa Santa Martayê ye de mirîye.