UNRWA: Ji bo Xezzeyê gihiştina alîkariyê wek dîtina derziyê di nav giyayê de ye

Filip Lazarini, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Karên Filistînî (UNRWA), got ku alîkariya mirovî ya ku ji Xezzeyê re tê şandin, di krîza mirovî ya heyî de mîna "gerîna derziyê di nav giyayê de" ye.
Lazarini, di postekê de li ser platforma medyaya civakî "X", diyar kir ku ji 2ê Adarê ve ku rejîma sîyonîst hemû deriyên sînor ên Xezzeyê girtine, pîvanên karesata mirovî ya li herêmê tê jiyîn tirsnak in.
Lazarînî diyar kir ku gelê Filistînê li Xezzeyê, ku şerê qirkirinê yê hovane yê rejîma sîyonîst berdewam dike, zêdetirî 11 hefteyan e bi birçîbûn, bêparbûna ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û bêpariyeke mezin re rû bi rû ye û got, "Alîkariya ku îro digihîje Xezzeyê hindik û bêbandor e, mîna lêgerîna derziyek di nav giyayê de ye."
Komîserê Giştî got ku yekane rêya pêşîgirtina li kûrbûna vê trajediyê ew e ku herikîna alîkariyê bi bandor û berdewam be.
Wî her wiha got ku divê rojane herî kêm 500 heta 600 kamyon alîkariya mirovî bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî û UNRWA bê navber ji gelê Filistînî re were şandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 901an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 593 kesan.
Di êrîşên asîmanî yên ku li herêmên cuda yên Xezzeyê hatin lidarxistin de 8 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Bi taybetî li herêmê orte û başûrê Xezzeyê êrîş hatine zêdekirin.
Li bajarokekî Haîtîyê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 50 kes ku di nav wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dan.