Serokê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl di merasîma xelatdayînê ya li paytexta Urdunê Ammanê de diyar kir ku ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ew ê ji bo alîkariyên tenduristiyê saziyek bidin destpêkirin.
Konferansa "Xezze, Nebza Dil" bi hevkariya Komeleya Bijîjkên Urdunî û Komeleya Xêrxwazî ya Navneteweyî "Medics", bi sponseriya Mîrzayê Qral Hesen Bin Talal hat lidarxistin.
Konferansa ku li Ammanê ya paytexta Urdunê li otelekê tê lidarxistin dê du rojan bidome.
Di konferansa ku ji bo vegerandin û xurtkirina xizmetên tenduristiyê yên jiyanî yên li Xezzeyê hat organîzekirin de proje hatin pêşkêş kirin. Di konferansê de rêxistinên navneteweyî, herêmî û mehellî yên ji bo vê armancê hatine cem hev.
Weqfa Êtîman a ku navenda wê li Tirkiyeyê ye jî ji bo konferansê hat bangkirin û ji ber xizmetên xwe yên feyde yên li Xezze û Filistînê plaket hat dayîn. Li ser navê Weqfê Serokê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl xelatê wergirt.
Karavîl di merasîma xelatdayînê de daxuyanî da û destnîşan kir ku binesaziya tenduristiyê ya Xezzeyê zirareke mezin dîtiye û girîngiya dabînkirina hewcedariyên tenduristiyê yên lezgîn heye.
Karavîl diyar kir ku ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ew ê ji bo alîkariyên tenduristiyê organîzasyonekê bidin destpêkirin û weha got: "Em vê rêxistinê ji bo li kêleka gelê Xezzeyê bin û alîkariyên tenduristiyê bidin destpêkirin. Armanca me ew e ku em bigihêjin zêdetir mirovan. Hevkariya navneteweyî ji xeynî alîkariyên xwe yên tenduristiyê yên li Xezzeyê, em jî piştgiriyê didin zarokên sêwî."
Karavîl têkildarî xelata ku werdigirin jî got, "Ev xelata watedar, weke nîşaneya nirxdayîna ked û xebatên weqfê yên ji bo civakê, xwedî wateyeke mezin e." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên ewlehiyê yên Filistînê rojnamevanê El Cezîreyê Mihemed El Etraş ji mala wî ya li El Xelîla li başûrê Şerîeya Rojava ya îşxalkirî desteser kirin û sewqî dadgehê kirin.
Seroka berê ya Konseya Ewlekariya Hundirîn Giora Eiland diyar kir ku di şerê Xezzeyê de rejîma îşxalker têk çûye û peymana agirbestê nikare pêşiya pêşketina HAMASê bigire.
Karwana Hêvîyê ku ev bû mehekîye li Burundîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, bi tevî beşdarbûna Sefîrê Burundî yê Tirkîyeyê Alp Işikli ve ji bi sedan mirovan re şîva germ belav kir.