Weqfa Êtîman ku li çar alîyê dinyayê ji êtîm û mezluman re dibe sitarek û xebatan bikartîne, li welatê Tanzanyaya Efrîqayê ji xizmetên xwe re yeka nû jî zêde kir
Weqfa Êtîman, bi tevî destekê xêrxwazan bi navê “Îsmaîl Henîyye” ku ji teref şebekeya terorê ya rejîma îşxalker ve hatibû şehîdkirin projeya bîra avê dabû destpêkirin û wê bîra avê vekir.
Temsîlkarê Tanzanyayê yê Weqfa Êtîman Abdulvahap Kaplan derheqê meseleyê de daxuyanîyek parve kir û weha got:
“Em bû çend roj e diyar dikin ku wê di çarçoveya xebatên Weqfa Êtîman de li bajara Bagaraya ku 30 kîlometre durê Darûsselama Tanzanyayê, bi îzna Xwedê bi navê şehîd Îsmaîl Henîyye bîreke avê vebikin. Û bi îzna Xwedê em hatin dawîyê. Bi îzna Xwedê bîra me heta du sê rojan temam e. Em ê vekirina wê bikin. Xwedayê min ji xêrxwazan razî be. Bi taybetî ev der herêmekî mexdûr e, li vê derê ewê bi sedan malbat ji vê avê feydeyê bibînin. Bila Rebbê alemê her daîm ji me re û ji xêrxwazên me re bibe alîkar. Daîma wan û zarokên wan mihafeze bike. Bila Rebbê min bereketa xwe bike nav mal û milkê wan.”
Kaplan ku Temsîlkarê Tanzanya yê Weqfa Êtîman e îfade kir ku dema xebata bîra avê biqede ew ê vekirina wî jî bikin:
“Îsmaîl Henîyye serokekî mutaqî, alim û bicesaret e. Em ê vekirina bîra avê ya bi navê Îsmaîl Henîyye ku hatibû şehîdkirin vebikin. Piştî micadeleya ku bi salan e dida serê ewil nevîyên xwe wek şehîdî ji Rebbê xwe re şand û dûre jî canê xwe di vê oxirê de kir şehîd. Xwedê şehadeta wî qebûl bike. Bi îzna Xwedê em ê li vê derê bi tevî malbatan duayê bikin û kanîya xwe vebikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji girtîgehên Pakistanê 40 mehkûmên efxen hatin serbestberdan û ji welatên xwe re hatin şandin.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 645an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 12an.
Wezareta Parastina Netewî, diyar kir ku ew li rojavayê 9 PKK/YPGyîyên ku hazirîya êrîşê dikirin kuştine.
Wezîrê Karên Derve yê bireveberîya nû ya Sûrîyeyê ku piştî ketina rejima Esadê li Sûrîyeyê hatibû damezrandin Esad Hasan Şeybanî, di daxuyanîya ku bi Tirkî kir de weha got, “Ji bo temsîlkarîya Sûrîyeya nû, emê ji Tirkîyeyê re zîyareta xwe ya ewil a fermî li dar bixin.”