Wezîrê Karên Derve Fîdan, bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn re hevdîtinê kir

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, di çarçoveya zîyareta ku li Rûsyayê pêk anît de li Moskovaya paytext bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn re jî hevdîtinek li dar xist.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku li Moskovayê zîyaretan pêk anît, ji teref Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ve hat qebûlkirin.
Wezîr Fîdan di zîyareta ku du roj e berdewam dike de; bi Vladîmîr Medinskîyê ku li Stenbolê di mizakereyên bi Ukraynayê re de ji lijneyê re serokatîyê dikir re hat cem hev.
Wezîrê Karên Derve bi Serokê Serwîsa Îstîxbarata Derve yê Rûsyayê Sergey Narîşkîn û endamên Sazîya Bireveberîya Yekîtîya Ewrûpayê yê Karsazên Rûs-Tirkan re jî hat cem hev.
Tê texmînkirin ku Wezîr Fîdan îro bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re jî hevdîtinê bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 84an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 308 kesan.
Ji ber baran û bahozên dijwar li Pakistanê neh kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.
Di êrîşa li ser navenda belavkirina alîkariyê ya li bajarê Refahê de 3 Filistînî hatin kuştin û 46 kes jî birîndar bûn.
Rûsya, piştî biryara artêşa Elmanya ku ew ê li Lîtvanyayê leşkeran bicîh bikin, li Behra Baltikê tetbîqetek dan destpêkirin.