Wezîrê qaşo yê îşxalkeran Dermer: Êrîşên li ser Xezzeyê wê 12 mehên din jî berdewam bikin

Ron Dermer, ku qaşo Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê çeteya îşxalker e, ragihand ku qirkirina li ser Xezzeyê wê salek din jî bidome.
Her çend tê îddîakirin ku îşxalker Netanyahu plan dike ku di Cotmehê de şer bi dawî bike jî, di nav hikûmetê de gotarên cuda balkêş in.
Wezîrê Karûbarên Stratejîk ên Îşxalkirinê Ron Dermer ragihand ku qirkirina li dijî Xezzeyê, ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir, dê di 12 mehên bê de berdewam bike.
Dermer di konferansekê de li Qudsê got, "Divê em serkeftinê bi dest bixin. Di nav 12 mehan de, şer dê bi dawî bibe." Lêbelê, Dermer pênaseyeke zelal a wateya vê "serkeftinê" neda.
Li gorî medyaya îşxalker KAN, Dermer îddîa kir ku di dawiya şer de bêtir welatên Erebî dê bi çeteyên îşxalker re aştiyê bikin. Xizmên êsîrên îşxalker li ber otêla ku heman konferans lê hatibû lidarxistin kom bûn û li dijî hikûmetê nerazîbûn nîşan dan û xwestin ku êrîş werin rawestandin û êsîrên li Xezzeyê werin berdan.
Ji aliyekî din ve, hate ragihandin ku tîma danûstandinên îşxalê ya bi serokatiya Dermer dê li Qahîreya paytexta Misrê ji bo agirbest û peymana pevguhertina êsîran li Xezzeyê hevdîtinan bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Ensarullah, Mihemed el-Buhayti, tekez kir ku operasyonên leşkerî yên Ensarullah li Behra Sor berdewam dikin û got ku ev operasyon ji êrîşên Emrîkayê tesîrdar nabin.
Artêşa rejîma sîyonîst (ÎDF) cara yekem li Xezzeyê, li dijî sivîlan dest bi bikaranîna mûşeka xwemalî ya bi navê "Bar" kir.
Li wîlayeta Liaoning a Çînê, di şewateke li xwaringehekê de 22 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Sedema agir hêna jî nehatiye zanîn, lê lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê hatiye destpêkirin.