Wezîrên derve yên Îran û Erebistana Siûdî li ser Yemenê axivîn
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî û hevkrê wî yê Siûdî Feysel Bin Ferhan di pêwendiyeke telefonî de li ser şerê li Yemenê axivîn.
Li gorî medyaya Îranê, di axaftina telefonê ya di navbera Araqçî û Feysel bin Ferhan de ku doh êvarê pêk hat, li ser geşedanên dawî yên li herêmê axivîn.
Di hevdîtinê de, Araqçî fikarên xwe yên li ser zêdebûna rageşiyê anî ziman, û tekez kir ku israrkirina li ser rêbaza leşkerî û paşguhkirina çareseriyên siyasî ew ê rewşa heyî hêj aloztir bike.
Araqçî diyar kir ku krîzên li herêmê bi rêbazên leşkerî nayên çareserkirin û amadebûna Îranê ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Erebistana Siûdî û Yemenê de û gihîştina çareseriyeke siyasî nîşan da. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê Basim Naîm diyar kir ku ew tehdîdên kuştinê yên li dijî serokê tevgerê yên ji aliyê qaşo Wezîrê Parastinê yê rejîma îşxalker îsraîl Katz ve hatine kirin, bi ciddî digirin û got ku ev tehdîd di heman demê de wekî propagandaya hilbijartinê jî têne bikaranîn.
Rayedarên Pakistanî piştî ragihandina rewşa awarte û danîna herêmê di bin desthilata walîtiyê de, serokwezîrê wîlayeta Xeyber Pextûnxwayê Suheyl Afridi, û çend wezîrên kabîneya wî girtin.
Di êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve li deverên cuda yên Xezzeyê hatin kirin de 5 Filistînî şehîd bûn.