WHO: Însanên li Xezzeyê ji birçîna dimirin, xwarin û derman jî li ber sînor in

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, destnîşan kir ku însanên li Xezzeyê ji birçîna dimirin, xwarin û derman jî li ber sînor in û got, “Ne hewceye ku li Xezzeyê xela bê îlankirin.”
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, derheqê rewşa dawîn a Xezzeya ku di bin êrîşa îşxalkeran de ye de daxuyanî da, “Ne hewceye ku li Xezzeyê xela bê îlankirin.”
Ghebreyesus got, “Analîza Sinifkirina Merhaleya Ewlehîya Xwrina Entegre (IPC) ku îro hat weşandin, nîşan dide ku heger amûrên bingeh û xwarin bi acîlî neyên temînkirin rewş li alîyê xerabûnê berdewam bike, ji mirinên zêdetir re rê vebikin û ber bi xelayê ve biçe.”
Ghebreyesus, bang kir ku bila dorpêça li ser Xezzeyê bi lez û bez bê rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.