WHO: Zêdetirî 15 hezar birîndarên li Xezzeyê li benda dermankirina acîl in

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku sîstema tenduristiyê li Xezzeyê gihîştiye ber hilweşînê, û zêdetirî 15.000 birîndar hewceyê dermankirina acîl in.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku sîstema tenduristiyê li Xezzeyê di bin êrîşên bênavber ên rejîma sîyonîst de gihîştiye ber krîzê. Berdevkê WHOyê Tariq Jasarevic roja Înê ragihand ku zêdetirî 15 hezar birîndar hewceyê lênêrîna tenduristî ya bilez in, lê gihandina alîkarîyê tê astengkirin.
Jasarevic ragihand ku di 10 rojên dawî de çar nexweşxane bi tevahî ji xizmetê derketine, ji ber vê yekê tenê 14 nexweşxane li bajarê Xezzeyê dixebitin û nîvê yekîneyên wê yên tenduristî seqet mane. Wî destnîşan kir ku Nexweşxaneya Hemed, ku xizmetên rehabîlîtasyonê peyda dike, jî hatiye girtin, ji ber vê yekê birîndar nikarin ji bo dermankirinê derkevin derveyî bajêr.
Berdevkê rêxistinê tekez kir ku ji ber êrîşên dijwar alîkariya bijîşkî ya lezgîn nayê şandin û got, "Kabûsa li Xezzeyê her roj mezin dibe. Bêyî agirbestê ne mimkûn e ku xizmetên tenduristiyê werin sererastkirin û alîkarî were şandin."
Li gorî daneyên WHO, di navbera Çile û Îlonê de hejmareke mezin ji mirinan ji ber kêmbûna xurekê hatine qeydkirin. Di vê heyamê de, 502 zarokan ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên têkildarî birçîbûnê serî li dermankirinê dane.
Jasarevic diyar kir ku krîza mirovî ya li Xezzeyê ne tenê bi birçîbûnê ve sînordar e, lê belê mirin ji ber birînên ku nayên dermankirin, nexweşîyan û pergala tenduristiyê ya hilweşiyayî bi lez zêde dibin.
Di raporeke hevbeş de ku di meha Tebaxa borî de hat weşandin, ajansên Neteweyên Yekbûyî hişyarî dan ku zêdetirî nîv milyon mirov li Xezzeyê di bin talûkeya birçîbûnê de ne.
Di êrîşên qirkirinê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de zêdetirî 233 hezar Filistînî şehîd bûne an jî birîndar bûne. Piraniya van zarok û jin in. Her wiha zêdetirî 11 hezar kes winda ne û bi sed hezaran sivîlên bêwar mane. Beşek mezin ji Xezzeyê ji nexşeyê hatiye paqijkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro sibê, 10 keştiyên din ji Bendera San Giovanni li Cuti ya li Catania, Sicilyayê, ji bo şikandina dorpêça li ser Şerîda Xezzeyê derketin rê.
Gazî Hemed, yek ji rêberên Hamasê, ragihand ku tevger amade ye ji rêveberiya Xezzeyê vekişe. Hemed diyar kir ku ew pabendî rêkeftineke berfireh in ku tê de azadkirina hemû girtiyên Filistînî jî heye.
"Fîloya Berxwedanê" ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê derket rê, di nav hefteyekê de cara duyemîn ji teref balafirên leşkerî yên nenas ve rastî tacîzê hat.