Xameneî: Em ê tu carî bi sîyonîstan re danûstandinan nekin

Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyîd Elî Xameneî diyar kir ku micadeleya li dijî rejîma îşxalker ew ê bi biryardarî berdewam bike û got, "Em ê tu carî bi sîyonîstan re danûstandinan nekin."
Ayetullah Seyyid Elî Xameneî li ser platforma medyaya civakî ya Xê derbarê êrîşên dawî yên rejîma sîyonîst de bi zimanê Erebî daxuyaniyek da.
Xameneî di daxuyaniya xwe de got, "Divê bi biryardarî li dijî rejîma terorîst a sîyonîst şer bê kirin. Em ê tu carî bi sîyonîstan re danûstandinan nekin."
Xameneî berê çend caran her danûstandinek bi rejîma sîyonîst re wekî "rûreşkirin li ber neheqiyê" bi nav kiribû.
Ji aliyekî din ve, artêşa Îranê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî Tel Avîv û derdora wê wek bersivek li hember êrîşên rejîma sîyonîst didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî analîza rojnameya Washington Postê, rejîma sîyonîst, eger ji Emrîkayê piştgiriya leşkerî nestîne, herî zêde tenê 10-12 rojên din dikare li hember êrîşên mûşekî yên Îranê xwe biparêze. Sîstema mertala mûşekî xirab bûye û stokên wê jî kêm bûne.
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, bertek nîşanî êrîşa rejima îşxalker da û Netenyahu jî wek “Hîtlerê sedsala 21emîn” wesifand. Ji bo êrîşên rejima sîyonîst a li dijî Îranê banga “bêceza nehêlin” kir.
Televîzyona dewletê ya Îranê bang li welatiyan kir ku sepanê jê bibin û diyar kir ku WhatsApp agahiyên bikarhêneran berhev dike û dişîne rejîma sîyonîst.
Li wîlayeta Loristanê Îranê, 5 kesên ku bi navê Mossadê li ser medyaya civakî fealîyetan lidar dixistin hatin binçavkirin.