Yek ji serokên Cîhada Îslamî Şêx Raîk Besharat hat şehîdkirin

Serokê Cîhada Îslamî Raîl Besharat ku 13 sala xwe di zindanan de derbas kir, li bajara Tubasa Şerîaya Rojavayê di encama sûqestekî de şehîd bû.
Polîtîkayên sûîqestê ya rejima sîyonîst li Şerîaya Rojavayê serokekî Filistînî yê dinê jî kir hedef. Li gorî çavkanîyên Filistînî, tîmekî taybet ê ku girêdayê rejima îşxalker e, di seatên serê sibehê de ket nav bajaroka Tammûna wîlayeta Tubasê û Şêx Raîk Besharata ku yek ji serokên Tevgera Cîhada Îslamî ye li mala wî şehîd kirin.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku terorîstên sîyonîstan cil û bergên sîvîlan li xwe kirine û xwe avêtine ser mala Şêx û mala wî dorpêç kirin. Di êrîşa çekdarî de Şêx Besharat rasterast hat hedefgirtin û hat şehîdkirin. Piştî sûîqestê ji herêmê re gelek leşker hatin şandin û derdorê Tammûnê bi temamî hat dorpêçkirin.
Şehîd Raîk Besharat, 13 sal zêdetir di zindanên îşxalkeran de hatibû girtin. Besharat di sala 2014an de mecbûr ma ku 53 roj ket nav grêva birçîbûnîyê, bi jîyana xwe Şêx wek mînaka berxwedan û sebra berxwedana Filistînê tê naskirin.
Malbata wî bi şehadetê hat îmtîhankirin
Pîreka Besharat, di sala 2000an de dema Întîfadaya Duyemîn ji teref rejima îşxalker ve di êrîşekî de hatibû şehîdkirin. Ew bi xwe jî di êrîşê de bi giranî birîndar bûbû û herdu destê wî jî hatibûn jêkirin. Şêx Raîk, di temamê jîyana xwe de daîma bi zor û zehmetîyan re micadeleyê kirîye û di doza ummetê de mirovekî wek sadik hat naskirin.
Terorîstên îşxalker piştî êrîşê nehiştin ku ekîbên tenduristîyê biçin herêmê û gule li ser wan reşand, wezîfedarekî tenduristîyê jî di vê demê de birîndar bû. Xeyn ji vana ciwanekî derdorê jî birîndar bû. Cenazeya Şêx di demeke dirêj li malê ma û nehiştin ku bila ambûlans biçe herêmê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç beşdarî tevgera wijdanê ya navneteweyî ku li Misirê bi daxwaza gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê û vekirina Deriyê Sînor ê Refahê hat lidarxistin bû.
Berdevkê Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, êrîşên rejima îşxalker a li ser Îranê şermezar kir û got, “Ev êrîş, Encama sekina Îranê ya li cem gelê Filistînê û berxwedana wî ya birûmet e.”
Meşa navneteweyî ya ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Refahê li dijî qirkirina rejîma siyonîst li Xezzeyê hatiye destpêkirin, li Misirê berdewam dike. Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Erdal Elûbûyûk û Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulqudûs Yalçin jî beşdarî meşê dibin.
Tevgera Cîhada Îslamî, êrîşa rejima îşxalker a li ser Îranê bi zimanekî tund şermezar kir, û daxuyand ku ew bi gelê Îran û bireveberîya Îranê ne re.