Îranê, dîsa li rejima sîyonîst xist

Îranê, ji Tel Avîv û herêmên cuda yên rejima îşxalker re operasyonên cuda li dar xist. Di operasyona hewayî ya ku sîstemên hewayê bêtesîr man de cîhên gelek muhîm hatin hedefgirtin.
Îranê, ji herêmên îşxalkirî re operasyonên xwe yên fuzeyî zêde kir. Ji seatên serê sibehê ve li alîyê bakur, navend û başûr operasyoneke hewayê hat lidarxistin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de sîstema hewayê ya sîyonîstan bêtesîr maye, gelek cîhên stratejîk jî îsabet girtine.
Îşxalkeran, di dema operasyonê de gelek panîk jîyandin û tirsîyan, bi lêketina sîrenan ber bi sitargehan ve revîyan.
Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku Nexweşxaneya Soroka ya li Bêr Sebayê hat hedefgirtin û fuzeyekî Îranê li vê ketîye.
Di dîmenên ku li ser hesabên medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku li herêmên îşxalkirî li pey hev dengê teqînan û sîrenan tê bihîstandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê di operasyonên xwe yên fuzeyî ku di nav 48 seatên dawîn de li dar xist de bi dehan îşxalkerên sîyonîst kuşt û birîndar kir. Tel Avîv, Ramat Gan, Holon û Bîrûssebîyê hatin hedefgirtin. Artêşa îşxalê, du gundên li nêzê tesîsên nukleerî bi acîlî vala kirin.
Fuzeyên Îranê ku vê sibehê axên îşxalkirî hedef girtibû, li mala wezîrê berê yê Derdorê û endamê Partîya Likudê Danny Naveh ket.
Birayên Misilmanan nameyek ji Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyid Elî Xameneî re şand û piştgiriya xwe ya tevahî li dijî êrîşa sîyonîstan ragihand, sîyonîstan wekî dijminekî hevpar bi nav kir û tekezî li ser yekîtîya ummeta Îslamî kir.
Rejima sîyonîst ji noqteyên belavkirina alîkarîyê ya li Xezzeyê hedef girtin, di hedefgirtina Qorîdora Netzarîmê de 16 Filistînî şehîd bûn, ji 100î zêdetir sîvîl jî birîndar bûn. Doh jî di êrîşeke heman de herî kêm 50 sîvîl şehîd bûn.