Îşxalkeran di hefteyekî de 2.040 êrîş li Şerîaya Rojava pêk anîtin: 3 Filistînî şehîd bûn
Di navbera 2 û 8ê Cotmehê de, rejîma sîyonîst û milîsên Cihû li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî 2 hezar û 40 êrîş pêk anîn. Di encama van êrîşan de 3 Filistînî hatin şehîdkirin, 121 kes birîndar bûn û 254 kes hatin revandin.
Rapora heftane ya Navenda Agahdariya Mu'ta li Filistînê eşkere kir ku êrîşên ku Filistînî li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî rastî wan tên, çiqas zêde bûne. Li gorî raporê, îxlalkirinên ku ji aliyê hêzên îşxalker ên sîyonîst û çeteyên cihûyan ve hatine kirin, bûne sedema mirina mirovan, her wiha serdegirtinên malan, wêrankirina milk û sînordarkirinên li ser jiyana rojane.
Di raporê de hat diyarkirin ku di wê hefteyê de 3 Filistînî şehîd bûn, 121 kes birîndar bûn û 254 kes jî hatin desteserkirin.
Serdegirtina malan û hilweşandin berdewam dike
Hêzên îşxalkerên ên sîyonîst di nav hefteyê de li bajar, bajarok û gundên Şerîaya Rojava 313 serdegirtin pêk anîn. Di van serdegirtinan de, 149 mal hatin lêgerîn û dest danîn ser milk û wesayîtên Filistîniyan.
Di raporê de hat destnîşankirin ku 113 milk û wesayît hatine desteserkirin û 84 avahî an tesîsên giştî û taybet hatine hilweşandin an jî wêrankirin. Di nav îxlalkirinan de kiryarên ku bûne sedema koçberkirina bi darê zorê ya hinek Filistîniyan jî hene.
Navenda Agahdariya Mu'ta di heman heyamê de 321 êrîşên çeteyên Cihû yên sîyonîst li dijî Filistîniyan belge kir. Li gorî raporê, van êrîşan can, milk û çalakiyên çandiniyê yên Filistîniyan hedef girtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tundiya polêsan û heqaretên nijadperestî yên li dijî zarokên ku di xwepêşandanên xwendekaran de li Fransayê hatine binçavkirin, bûne sedema nerazîbûnê. Keçeke 14 salî vegot ku çawa yek ji polêsan jê re gotiye, "Niha bêje 'Allahu Ekber'!" Şahidiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatine weşandin, muameleya ku zarok di dema binçavkirinê de rastî wan tên dîsa anîne rojevê.
Li gorî raporên ewil, di êrîşa hewayî ya Rûsyayê ku li ser bajarê Zaporîjyayê bi bombeyên arastekirî hatiye kirin de, heşt kes mirine û diwanzdeh kes jî birîndar bûne.
Rojek piştî weşandina rapora lêpirsînê ya piştî şewata du santralên ceryanê li Morîtanyayê, Serokwezîr Mokhtar Ould Ajai îstifaya hikûmeta xwe pêşkêşî Serokkomar Muhammed Ould Ghazwani kir.
Şandeyeke pilebilind ji Wezareta Parastinê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê beşdarî tetbîqata leşkerî ya Navenda-2026 a ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye organîzekirin bû, pergalên çekên nûjen lêkolîn kir û bi nûnerên leşkerî yên welatên cûda re civiya.