Îşxalkeran êrîşa xwe ya li ser Nablusê didomînin: Du bira şehîd bûn, gelek birîndar bûn

Îşxalkerên sîyonîst dorpêça bajarê kevin ê Nablusê tundtir kirin, malan girtin û du bira şehîd kirin. Her çend perwerde û saziyên giştî li seranserê herêmê girtî bin jî, berxwedana gel berdewam dike.
Êrîşên dijwar ên îşxalkerên sîyonîst li ser bajarê Nablusê yê Şerîaya Rojava ku nêzîkî 24 saetan berdewam dike, hema bêje bajar dorpêç kiriye.
Di êrîşên li ser navenda bajarê kevin de, du birayên bi navê Nîdal û Xalîd Mehdî Ehmed Omîre şehîd bûn û heft kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.
Herwiha, 11 kesên ku rastî lêdanan hatine, du kesên ku ji ber ketina ji bilindahiyê birîndar bûne, jinek ji aliyê kûçikê polîsan ve rastî êrîşê hatiye, û bi dehan kesên ku ji gaza rondikrêj tesîrdar bûne, ku yek ji wan pitikek e, rakirine nexweşxaneyê.
Waliyê Nablusê Xesan Dagli tekez kir ku ev êrîş terora rêxistinkirî û wêranî ne, û di warên aborî, civakî, perwerdehî û tenduristiyê de zirara mezin dane. Dagli got, "Hemû hewildanên zilm û astengkirinê yên îşxalkeran ew ê bi ser nekevin, gelê me wê li ser axa xwe berxwedana xwe bidomîne."
Dagirkeran bi dehan wesayîtên zirxî êrîşî bajêr kirin û li bajarê kevin êrîşên mezin kirin, gelek malan girtin û hinek xwediyên malan bi zorê derxistin. Her wiha, li hinek taxan qedexeya derketina derve hat ragihandin û gelek kes hatin desteserkirin.
Ji ber van êrîşên giran, hemû dibistan, zanîngeh û sazîyên giştî yên li Nablusê demkî hatin girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji wezîfeya Serfermandarê Giştî Muhammed Baqirî ku di êrîşa rejima sîyonîst de şehîd bûbû re Hebîbullah Seyarî ji bo demekî hat anîtin, ji cîhê Fermandarê Pasdaranan re jî Ahmed Vahîdî hat anîtin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, HAMAS, êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Îranê wekî "pêşkeftinek girîng ku dê qedera herêmê diyar bike" bi nav kir û tekez kir ku divê tevahiya ummetê li dijî vê tehdîdê bibe yek.
Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhemed Baqirî di êrîşeke asmanî ya rejîma sîyonîst de şehîd bû. Her çend medyaya Îranê şehîdbûna wî piştrast kir jî, berê hatibû ragihandin ku ew sax e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşên rejîma sîyonîst de diyar kir ku ew hêvî dikin ku pêvajoya danûstandinên nukleerî bi Îranê re bidomînin. Trump got, "Îran nikare bibe xwediyê bombeya nukleerî. Ger hewce be em ê îsraîlê biparêzin."