Îşxalkerên sîyonîst êrîşê Libnanê kirin

Artêşa îşxalê, li başûrê Beyrûda paytexta Libnanê êrîşê malekî kirin.
Balafirên herbê yên rejima îşxalker, li Taxa El-Hadesa başûrê Beyrûdê avahîyekî hedef girtin.
Berdevkê artêşa îşxalê Avichay Adraee, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî, daxuyanîyek parve kiribû û destnîşan kiribû ku li Taxa Hadesê avahîyekî ku îddîa dike tesîsekî Hîzbullahê ye wê bê hedefgirtin û ji ber vê yekê bila bê valakirin.
Piştî tehdîda Adraee, ji bona ku însanên li wê derê ji derdorê avahîyê dûr bikevin gule hatibûn reşandin.
Xeyn ji vêya balafirên bêmirov ên hewayê ya îşxalkeran, li dijî başûrê Beyrûdê jî êrîşek li dar xistin.
Artêşa îşxalê, îddîa kiribû ku di 28ê Adarê de ji bakurê welat re roket hatibû avêtin û dûre başûrê Libnanê û paytext Beyrûd hatibû hedefgirtin.
Wezîrê Enformasyonê yê Libnanê Paul Markus, daxuyandibû ku ji 27ê Mijdarê vir ve rejima îşxalker 2 hezar û 740 caran agirbestê îxlal kirîye û di vê pêvajoyê de jî 190 kesan canê xwe ji dest dan, 485 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker êrîşên xwe yên li dijî Xezze û Xan Yûnisê bênavber didomîne. Ji doh heta îro ve di êrîşên asîmanî de 47 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Bornoya bakurrojhilata Nîjeryayê di 2 êrîşên cuda de 12 kesan canê xwe ji dest dan.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, roja duşemê ew ê here Îtalyayê.