Îxlalkirina agirbesta li Xezzeyê: Yek jê zarok 7 şehîd
Li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşên bi top û hewayî qewimîn. Di encama êrîşên rejima îşxalker de yek jê zarok 7 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker li Xezzeyê dîsa agirbestê îxlal kir û êrîşên mesûman kir.
Di encama êrîşa sîyonîstan a li çadira li nêzê Dibistana Nusayrê de Alaa Xidir Gubeyn ê 44 salî şehîd ket.
Çavkanîyên Filistînî ragihandin ku li Taxa Zeytûnê Fadî Heccac ê 43 salî û kurê wî Fadî yê 13 salî şehîd ketin.
Di saetên êvarê de jî li Taxa Sabrayê êrîşî atolyeyek hesin hat kirin û di wê êrîşê de jî 3 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li Xan Yûnis û Dêr el Belahê jî gelek xanî bi êrîşan wêran bûn.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ji ber êrîşên rejima îşxalker 74 hezar û 643 Filistînî şehîd bûn, 175 hezar û 962 Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 653 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 7 kesan.
Li başûrê paytext Selu ya Koreya Başûr, di saetên serê sibehê de otobûsek li 32 wesayîtên ku di elektrîkên trafîkê de sekinîbûn qelibî, di encamê de 57 kes birîndar bûn.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir ku ew amade ye bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn re di asta rêberan de bicive û got ku meseleya axê jî dikare were nîqaşkirin.