Îmtîhana YKSyê îro dest pê dike: 2,4 milyon xwedekar wê îro bikevin îmtîhanê
YKS 2026 a ku ji teref OSYMyê ve tê organîzekirin, ew ê 20-21 Hezîranê de were tertîpkirin. Îsal 2 milyon û 425 hezar û 628 mirov dikevin îmtîhanê.
Îmtîhana YKS ya ku ji teref OSYMyê ve tê oranîzekirin îro dest pê dike.
TYT wê di saet 10.15an de îro were lidarxistin û ew ê 2 milyon û 425 hezar û 628 mirov bikevinê.
Ew ê AYT jî sibe di 21ê Hezîranê de were lidarxistin û ji wê re jî 1 milyon û 672 hezar û 960 mirov beşdarî bibin. Di heman rojê de di saet 15.45an de jî îmtîhana ziman hebe û ji wê re jî 203 hezar û 639 mirov beşdarî bibin.
Hat daxuyandin ku îmtîhana zimanên ku wê werin lidarxistin zimanên Îngilizî, Erebî, Almanî, Rûsî û Fransizî ne.
Encamên YKSê, wê di 22yê Tîrmehê de li ser malpera fermî ya OSYMyê were diyarkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
YKS a 2026an, ku ji hêla OSYM ve tê organîzekirin, ew ê di 20-21ê Hezîranê de were lidarxistin. Îsal, 2.425.628 namzedan ji bo îmtîhanê serlêdan kirin.
Serokê Karûbarên Perwerdehiyê yê HUDA PARê Yahya Ograş ji xwendekarên ku ew ê bikevin Îmtîhana Têketina Lîseyê (LGS) re serkeftin xwest.
Îmtîhana navendî ya di bin Sîstema îmtîhana Têketina Lîseyê (LGS) de wê îro di du rûniştinan de were lidarxistin.