Îro li Kerkûkê walîyê nû tê hilbijartin
Encûmena Walîtîya Kerkûkê îro saet di 16:00an de ji bo diyarkirina walîyê nû li şûna Walûyê Tirkmen Muhammed Sem'an ê ku li Hikûmeta Iraqê wekî Wezîrê Dewletê hatibû tayînkirin, bi awayekî awarte dicive.
Hat destnîşankirin ku di rûniştina ku li gorî rêkeftina rêveberiya dorveger ew ê kursî dîsa ji pêkhateya Tirkmen re were dayîn de, du namzed derdikevin pêş, ji wan yek Berpirsê Şaxa Kerkûkê ya Cepheya Tirkmenî ya Iraqê (ITK) Qahtan Wendawî, ya dinê jî Endamê Polîtburoya ITKyê Mardîn Gokkaya ye.
Endamê Encûmenê Ahmed Remzî yê ku berê navê wî di nav namzedan de derbas dibû, ji ber ku dema wezîfeya parêzgar ji du mehan kêmtir maye û piştre ew ê meqam teslîmê pêkhateya Ereb were kirin, ji bo ku mafê xwe yê endamtiya daîmî ya encûmenê winda neke, xwe ji pêşbirkê vekişand.
Di çarçoveya lihevkirina siyasî ya li Kerkûkê de, Walîyê ji YNKyê Rêbwar Taha di 16ê Nîsana 2025an de wezîfeyê teslîmî Muhammed Sem'an kiribû. Piştî ku Sem'an di 15ê Cotmeha 2026an de wekî Wezîrê Dewletê sond xwar, kursiya walîtîyê vala mabû.
Di Encûmena Walîtîya Kerkûkê ya 16 kursî de 7 Kurd (5 YNK, 2 PDK), 6 Ereb, 2 Tirkmen û 1 endamê Xirîstiyan hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê li ser serdana xwe ya Bexdayê, lehîya Hewlêrê, êrîşa Kormorê û pêkanîna hikûmetê daxuyanî dan.
Komeleya Karwana Hêvîyê ya Bûrsayê di çarçoveya kampanyaya xwe ya "Botek û Montek" de ji bo bi sedan malbatên hewcedar pêlav, palto û cûrbecûr cilên zivistanê peyda kirin.
Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li piraniya welat hewa ew ê ji nîv ewrî heta pir ewrî be. Li gelek herêman, tê texmînkirin ku germahî di bin normên demsalî de bimîne.