Azerbaycanê 31 kesên ji Tirkiyeyê wekî mirovên ku nayên xwestin îlan kir
Hinek kesên li Tirkîyeyê ku li dijî qedexeya hîcabê li Azerbaycanê xwepêşandan kirin û rexne li reftarên li hember xwendekar û mamosteyan girtin, ji aliyê hikûmeta Azerbaycanê ve bûne hedef.
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê 31 welatiyên Tirkiyeyê wekî mirovên ku nayên xwestin îlan kiriye û ketina wan a welat qedexe kiriye.
Di lîsteya hevpar de kesayetên sîyasî yên wekî Serokê Partiya Refahê Fatih Erbakan, Alîkarê Serokê HUDA PARê Yahya Ugraş, û Serokê Karûbarên Darayî û Îdarî yê HUDA PARê li Êlihê Saît Seyîtoglu hebûn.
Di lîsteyê de navê Serokê Partiya Toprak Omer Ulutaş, Parlamenter Omer Faruk Gergerlioglu, Serokê berê yê Şaxa Ciwanan a Bogazîçiyê ya AK Partiyê Muharrem Çavuş û aborînas Aydin Bînboga jî cih girt.
Rojnamevan û xebatkarên medyayê
Di lîsteya hevpar de rojnamevan, pêşkêşvanên televîzyon û pisporên medyayê jî hene. Adem Ozkose, Îsmaîl Kiliçarslan, Yusuf Kaplan, Mert Armagan û pêşkêşvanê Akit TV Murat Şahîn, Îrfan Kaya Ulger, Fatîn Dagistanli jî di lîsteyê de cih digirin.
Nivîskar û akademîsyen jî di lîsteyê de ne
Tê ragihandin ku di îsteyê de akademîsyen, nivîskar û kesayetên dînî jî hene. Navê Mehmet Boynukalin, Halîl Atakan Ay, Mikail Ayyildiz, Ahî Aratoglu, Ahmet Sirri Arvas û Cuneyt Sezer jî di lîsteya hevpar de cih girt.
Hat ragihandin ku di lîsteyê de şîrovekarê werzîşê û hakemê berê yê futbolê Ahmet Çakar, Cem Ozyurt û Serhat Koyuncu jî hene.
Ji bo hinek kesan biryara girtinê hat dayîn
Dozgeriya Giştî ya Azerbaycanê doh di daxuyaniyekê de ragihand ku Dadgeha Navçeya Binagadi ya Bakuyê ji bo heft kesên ku li Tirkîyeyê dijîn biryara girtinê ya bêmaf daye û ji bo van kesan jî biryarên girtinê yên navneteweyî hatine dayîn. Dozgeriya Giştî her wiha diyar kir ku bi rayedarên Tirkîyeyê re hevkariya dadwerî tê kirin.
Kesên ku ji aliyê Serdozgeriyê ve hatin sûxdarkirin ev in: Serokê Giştî yê Ozgur-Derê û Nivîskarê Haksozê Ridvan Kaya; nivîskarê kovara Koklu Degişim û pêşkêşkarê televîzyona Degişim Zekerîya Ceran, ku bi navê Abdullah Îmamoglû tê naskirin; Damezrênerê Analiz Merkezî Fatîh Tezcan; parêzer Ahmet Şanli; lêkolîner Fahrettîn Taşkaya Saral; Abdurrahman Tumer; û Alparslan Tanrikulu. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di navbera Tirkîye, Qeter, Pakistan û Endonezyayê de Peymana Zebtê ya bi navê "Bedr"ku tê de hilberîna hevbeş, lêkolîn û pêşvebirin û perwerdehiya teknîkî di pîşesaziya parastinê de cih digire hate îmzekirin.
Kermesa xêrxwaziyê ya ku ji hêla Karwana Hêvîyê ve li Êlihê ji bo piştgiriya malbatên feqîr û bêkes tê lidarxistin, ew ê ji 21-25ê Cotmehê ji bo gel vekirî be.
Li navçeya Argan a Meletîyê di qezaya trafîkê ya du wesayîtan de şeş kes birîndar bûn, hat ragihandin ku rewşa birîndarekî giran e.