Baran û mij bû sedema qezayê: 2 mirî, 3 birîndar
Li ser rêya Mûş-Kulpê ji ber baran û mijê qamyonetek ji rê derket û kete xendekê, di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Mûş-Kulpê qezayek trafîkê çêbû. Qamyonetek ku şofêrê wê ji ber barana zêde û mijê kontrola wê winda kir, wergeriya xendekê. Di qezayê de du kes mirin, sê kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Mûş-Kulpê, li nêzîkî gundê Kurtulmuşê qewimî. Li gorî agahiyan, ji ber şert û mercên rêya şemitok ji ber baran û mijê li herêmê, qamyoneta bi plaqeya 48 UU 358, ku navê şofêrê wê hêna jî nayê zanîn, piştî ku şofêr kontrola xwe winda kir, ji rê derket û wergeriya nav xendekê.
Piştî agahdarkirina ji qezayê, cenderme, AFAD, îtfaîyeyê û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di dema mudaxeleya xwe ya li cihê bûyerê de, ekîban tespît kirin ku du kesan canê xwe ji dest dane, her wiha sê kesên birîndar jî piştî wergirtina dermankirina destpêkê ji ekîbên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç destnîşan kir ku nebûna zelaliyê di lêpirsîna li ser kes û komên ku tê îddîakirin di sextekariya fonan de cih girtine ku bi sed hezaran veberhêner bûne qurbanî, şibhe û spekulasyonên raya giştî zêde kiriye.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojîyê ragihand ku ji sibeha Înê pê ve li 14 bajarên rojhilatê Behra Spî, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û deverên derdorê barana herêmî ya giran tê texmînkirin. Li hinek herêman baran ew ê bi şiklê şilp û berfê bibare.
Li navçeya Serê Kanîyê ya Rihayê, di qezayeke trafîkê de qamyonetek li traktorekê qelibî, di encama qezayê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.