Bernameyên ku di 23yê Nîsanê de tên kirin ne li gorî zarokan in

Di bin navê pîrozkirina 23ê Nîsanê li hinek dibistanan, ji zarokan re reqs û leyîstikên ku ne li gorî zarokan in hatin kirin û ev jî bû sedema bertekan.
Li Rihayê dîmenên ku di 23ê Nîsanê de derketin holê bû sedema bertekan.
Di dîmenên ku ji teref hinek malbatên xwendekaran ve hatin kişandin de, tê dîtin ku xwendekaran bi kilama “Dûm Tek Tek” a Hadîse ku di 2009an de di Eurovisionê de gotibû derketin meydanê û reqsan kirin.
Hinek temaşevanan îfade kirin ku ev reqs ne li gorî zarokan e û bertekê nîşanî îdareya dibistanê dan.
Hinek pisporan îfade kirin ku ev reqs û reqsên ewakî hîs û romantîzman mezinan, hinek jî temayên mustehcen di nav xwe de dihewîne.
Pisporan bal dikşînin ku divê zarokên ewakî bi temayên mesum bên mezinkirin.
Ji teref hinek pisporan ve jî hat daxuyandin ku ev reqs û fîgûrên dansan di zarokan de, wek “di biçûkatîyê de cînsîtîkirin” nirxandin.
Hat îfadekirin ku normalkirina mustehcenî û romantîzma mezinî, di perwerdehîya zarokan de zerarê dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji bo 15 bajaran di asta renga zer de hişyarî da.
Ji teref Navenda Ciwanî û Dawetê ve li Dîyarbekirê bi navê “Ji Bo Filistînê Yek Deng!” şeva îlahîyê hat tertîpkirin.
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê du mînîbûsên ku yek ji wan di nav de nexweşên dîyalîzê hebûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.